Li Şirnexê yekem pêkanîna nîzamkirina revandina cenazeyan ket meriyetê

Di çarçoveya nîzamkirina têkîldarî defnkirina cenazeyan a bêyî rizaya malbatan de di nivîsa ji Şaredariya Şirnexê hat şandin de hat xwestin ku cenazeyên li morgê tên rawestandin di nav 3 rojan de bên defnkirin.

Îro di rojnameya Fermî, di çarçoveya nîzamkirina têkîldarî defnkirina cenazeyan a bêyî rizaya malbatan de di nivîsa ji Şaredariya Şirnexê hat şandin de hat xwestin ku cenazeyên li morgê tên rawestandin di nav 3 rojan de bên defnkirin.

Li dijî cenazeyên bi dehan welatiyên ku di terora dewletê de hatin qetilkirin, êşkenceyên dewletê didomin. Hêzên dewletê nahêlin gelek cenaze ji kolanan bên wergirtin, ji ber di morgan de cih nemaye, cenazeyê hatine wergirtin jî di nav şertên ne guncav de tên ragirtin. Li dijî êşkencekirina cenazeyan berteka gel zêde bû, li ser vê jî guhertinên di rêziknameya Saziya Tipa Edlî de îro di rojnameya Fermî de hat weşandin.

XEBATA DESTPÊKÊ LI ŞIRNEXÊ YE

Pêkanîna destpêkê li Şirnexê ya ku li 2 navçeyên wê êrîşên qirkirinê dewam dikin û gelek cenaze tên rawestandin ket meriyetê. Di nivîseke Sekreteriya Giştî ya Yekîtiya Nexweşxaneyên Raya Giştî ya Bajarê Şirnexê ya girêdayî Wezareta Tenduristiyê ji Şaredariya Şirnexê şand de hat xwestin ku cenazeyên li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên rawestandin bên girtin. Hate xwestin ku divê cenaze di nav 3 rojan de ji nexweşxaneyê bên girtin û bên defnkirin.

Bi vê nîzamkirina nû ve, tevî malbatên cenazeyan diyar in jî eger di nav 3 rojan de neyên girtin, şaredarî an jî walîtî dikarin cenazeyan defn bikin.