Nasnameya kesê 4’emîn ê li gel 3 jinan hat qetilkirin diyar bû
Hat diyarkirin ku kesê 4’emîn ê li gel her 3 siyasetmedarên jinên Kurd ên li Silopiyayê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, Îslam Atak (20) e.

Li navçeya Silopiyaya Şirnexê şeva 4’ê Çileyê navê kesê 4’emîn ê li gel Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir, Endama Rêveberiya KJA û endama Meclîsa DBP’ê Sêvê Demîr û Endama KJA Fatma Ûyar ên ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, diyar bû. Hat aşkerakirin ku cenazeyê rakirine Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê yê Îslam Atak (20) e.
Di rapora otopsiya Atak de hatibû qeydkirin ku di bedena wî de cihê 9 guleyan heye û di laşê wî de 3 cure parçeyên metal jî hatibûn dîtin.
Hat ragihandin ku cenazeyê Atak di saetên sibehê de anîne Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê, piştre cenaze rakirine depoya hewaya sar a li Deriyê Sînorê Xabûrê.