Daxuyaniya Walîtiyê înfazê piştrast dike
Walîtiya Şirnexê ji bo derewandina qetilkirina 3 siyasetmedarên jinên Kurd Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir daxuyanî da, lê di daxuyaniyê de bi awayekî fermî înfazkirin qebûl kir.
Walîtiya Şirnexê ji bo derewandina qetilkirina 3 siyasetmedarên jinên Kurd Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir daxuyanî da, lê di daxuyaniyê de bi awayekî fermî înfazkirin qebûl kir.
Walîtiya Şirnexê ji bo derewandina qetilkirina 3 siyasetmedarên jinên Kurd Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir daxuyanî da, lê di daxuyaniyê de bi awayekî fermî înfazkirin qebûl kir. Di daxuyaniyê de hat îdîakirin ku li cem 3 jinên tê angaştin ku di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dane jerjorek çekên lûle dirêj hatiye dîtin. Lê “jerjora hatiye bidestxistin’ di nav qeydên alavên ji ser jinan hatiye girtin tineye.
Li navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê tîmên taybet di 4'ê Çile de 3 jinên kurd ên siyasetmedar endama Meclîsa KJA û endama Meclîsa DBP'ê Sêvê Demîr, Hevseroka Meclîsa Gel Pakîze Nayir û Endama KJA'yê Fatma Uyar ewil birîndar kirin û piştre înfaz kirin. Walîtiya Şirnexê têkildarî qetilkirina 3 jinên kurd ên hatine înfazkirin daxuyanî da. Walî di daxuyaniyê de bi awayekî fermî qebûl kir ku wan 3 jinên kurd înfazkirin. Walîtiyê îdîakir ku li ser 3 jinan jerjora çeka lûledirêj hatiye dîtin. Lê di qeyd û delîlan de ti jerjor nehat dîtin. Li ser vê daxuyaniyê pirsa "Jin bi kijan çekê ketin şer. Çima çeka wan nexuya ye? anî aqilan. Walîtiyê diyar kir ku hin nûçeyên ku di çamemeniyê de dibêjin '3 jin hatine înfazkirin' bê esil in û wiha got: "Di 04.01.2016'an de li navçeya Sîlopiyê di navbera endamên rêxistina terorê û hêzên ewlehiyê de şer derketiye. 3 kesên li hemberî hêzên dewletê ketin şer bi jerjoreke aydî kaleşnikofekê mirî hatine bidestxistin"
Lê li aliyê din di rapor û belgeyan de derket holê ku di ti qeydan de jerjor û çek nehatiye dîtin. Ev belge û qeyd nîşan dide ku agahiyên walîtiyê şaş in. Di raporê de hat diyarkirin ku serê Demir perçe bûye û di bedena wê de 11 gule hatine dîtin. Di bedena Pakize Nayir de jî 5 gule hatine dîtin. Di paporê de li ser Nayir toqayekî şîn û xizmeyek rengê zêr hatiye dîtin.
Wekîla HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk jî diyar kiribû ku 3 jinên kurd hatine înfazkirin. Bîrlîk, anîbû ziman ku hêj hevalên wan birîndar in, li saziyên dewletê geriyabûn, lê li şûna bi ambûlansê biçin hevalên wan bibin nexweşxaneyê polîsên Tirk çûn cihê bûyerê hevalên wan înfaz kirine.