Hinceta girtina nûçegihanê DÎHA’yê nûçe û dîmenên wî ne

Nûçegihanê DÎHA’yê Nedîm Oruç ê ku li Sîlopiyayê ji aliyê polîsên Tirk ve îşkence lê hate kirin, dîmenên qeydên kamerayê û nûçeyên wî ji bo girtinê hincet hatin nîşandan.

Nûçegihanê DÎHA’yê Nedîm Oruç ê ku beriya 2 rojan li taxa Şehîd Harun bi welatiyan ve bi zora çekê hate derxistin û birin Salona Sporê ya Taxa Yenîşehîrê, li wir jî li gorî agahiyên şahidê bûyerê ji wir jî bi derbkirinê ji erdê kaşkirin bi wesayîta zirxî hate revandin ji aliyê dadgehê ve bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriyê" hate girtin.

'RÛYÊ WÎ WERIMÎ BÛ REŞ Û ŞÎN BÛYE'

Li gorî agahiyên ji parêzeran hatiye girtin sedema girtina Oruç dîmen û nûçeyên di karta hafizeyê de ne. Parêzer Erdal Konur anî ziman ku rûyê Oruç werimî ye, şîn bûye, ev jî nîşan dide ku îşkence li wî hatiye kirin.

NÛÇEYÊN WÎ PIRSÎN

Konur anî ziman ku kompitur, nûçe, lênûsk û kameraya Oruç hatine desteserkirin, qeydên kamerayên hatine lêkolînkirin jî wekî pirs jê hatine kirin. Konur bilêv kir ku hemû pirsên hatine kirin têkîldarî nûçeyên wî ne. Konur wiha axivî: "Tişta balkêş ew bû ku hevpevîna ji jineke pîr girtiye bû. Di hevpeyvînê de ji serokomar nifir tê kirin. Ev gelekî çûbû zora wan. Ev ji bo ku hevalên me yên rastiyan dinivîsîne hewldaneke bêdengkirinê ye. Muwekîlê min ê ji bo rastiyan ragihîne canê xwe dixe xetereyê bi sedemên vala girtin."