Ciwanê li Nisêbînê birîndar bibû jiyana xwe ji dest da

Di encama êrişa hêzên dewleta Tirk a di saetên şevê ya li Nisêbînê de Huseyîn Akyuz ê li gel Kerem Akyurek ê hat qetilkirin birîndar bibû rakirin nexweşxaneyê, di emeliyatê de jiyana xwe ji dest da.

Di encama êrişa hêzên dewleta Tirk a di saetên şevê ya li Nisêbînê de Huseyîn Akyuz ê li gel Kerem Akyurek ê hat qetilkirin birîndar bibû rakirin nexweşxaneyê, di emeliyatê de jiyana xwe ji dest da. 

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê welatiyê ku bi Kerem Akyurek (19) ê jiyana xwe ji dest dabû re bi giranî birîndar bibû navê wî nehatibû hînbûn. Hate diyarkirin ku ciwanê bi giranî birîndar bibû navê wî Huseyîn Akyuz e. Akyuz ê ku ji pişt û mile xwe giran birîndar bibû li Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê girtin emeliyatê û piştî 3 saetên di emeliyatê de jiyana xwe ji dest da. 

Piştre, malbata Akyuz û xizmên wî, Hevşaredarên Nisêbînê Sara Kaya û Cengîz Kok, rêveberên HDP’e û DBP’ê û gelek kes herikîn nexweşxaneyê. 

Cenazeyê Akyuz ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.