Jinên kurd ji bo bibîranîna 3 jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê û 3 jinên şoreşger Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar ê 4'ê çileyê de li Sîlopiyê hatin qetilkirin daketin qadan. Di çalakiyan de jinan peyama "Dê dewleta AKP'ê têk biçe, jinên ku ji bo azadî û wekheviyê li ber xwe didin bi ser kevin" hate dayîn.
DÎLOK
Kongreya Jinên Azad (KJA) 3 jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin û Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar ên li navçeya Sîlopiyê hatin qetilkirin bibîr anîn û meş li darxistin. Jinan di meşê de pankarta "Têkoşîna we dê bibe nexşeriya me" vekirin û ji avahiya DBP'ê ya Şahînbeyê heta taxa Vatanê meşiyan. hevseroka DBP'ê ya Dîlokê Aynur Paksoy li vir axivî û diyar kir ku feraseta ku 3 jinên şoreşger li Parîsê qetil kir û ya li Sîlopiyê 3 jinên şoreşger qetil kir heman feraset e. Paksoy got ku ji ber ku jin li dijî dewletê serî natewînin tên qetilkirin. Paksoy destnîşan kir ku ligel hemû êrîşan dê têkoşîna xwe bidomînin, dewleta AKP'ê têk biçe jinên ku ji bo azadî û wekheviyê li ber xwe didin bi ser kevin. Parlamenterê HDP'ê Mahmut Togrul jî got ku ewê heta dawî xwedî li xwerêveberiyan derkevin.
AMED
Li Navenda Jinê ya Nûjiyan a Licê merasîma bîranînê hate lidarxistin. Gelek jin beşdarî merasîmê bûn. Hevşaredara Licê Rezan Zogurlu di merasîmê de axivî û diyar kir ku di pêvajoya bi bîranîna 3 jinên kurd de 3 jinên kurd li Sîlopiyê hatin qetilkirin. Zogurlu bilêv kir ku weke gelê kurd siyaseta heyî dê qebûl nekin. Zogurlu banga "Divê li dijî vî sîstemê û qatlîaman bi hevre bisekinin" kir.
PİŞTÎ AXAFTİNAN SÎNEVÎZYONA Lİ SER JİYANA 3 JİNÊN ŞOREŞGER HATE PÊŞANDAN.
Li navçeya Çinarê jî bi heman armancê daxuyanî hate dayîn. Beriya daxuyaniyê li avahiya DBP'ê sînevîzyona li serj iyana 3 jinên şoreşger hate pêşanden. Hevseroka DBP'ê ya Çinarê Hayat Akyol axivî û diyar kir ku hem li Parîsê hem jî li Sîlopiyê hedefgirtina jinan tesaduf nîne, bi vî rengî tê xwestin ku jin ji têkoşînê bên durxistin lê tu caran jin dev ji têkoşîna xwe bernadin. Piştre li ber avahiyê daxuyanî hate dayîn. Aktîvîsta KJA'yê Umran Nar axivî û got ku qetilkirina 3 jinên kurd ên li Sîlopiyê di salvegera qatlîama Parîsê de nîşan dide ku jin tên hedefgirtin. Nar got ku bi qedexeyan ve jin tên hedefgirtin.
RIHA
Li navçeya Wêranşarê rêxistinên HDP û DBP'ê jinên şoreşger ên li Parîs û Sîlopiyê hatin qetilkirin bi bîr anîn. Bi sedan kesên ku li ber avahiya DBP'ê hatin cem hev pankarta "Israra di berxwedanê de li dijî komployê bersiva herî mezin e" vekirin û ber bi cadeya Rihayê meşiyan. Meş li Parka Maliyeyê bi dawî bû û li vir rêz hate girtin. Li ser navê girseyê Hevseroka HDP'ê Ayşe Surucu axivî û balkişand li ser şibandina hev a herdu qatlîaman. Surucu anî ziman ku ew ê têkoşînê bidomînin.
MÊRDÎN
Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê di têketina Midyadê de daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê girseyê Serokê MEYA-DER'ê Abdullatîf Tabar axivî û bal kişand qirkirina ku dewlet li Kurdistanê pêk tîne.
Tabar got ku li dijî gelê kurd êrîşên giran hene di van êrîşande beriya 2 rojan jî 3 jinên kurd ên siyasetmedar hatin qetilkirin. Tabar anî ziman ku jinên kurd hedef hatine nîşandan û qetilkirin, ewê têkoşîna wan bidomînin. Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Perîhan Agaoulu jî anî ziman ku ew ê şopdarên têkoşîna hevalên xwe yên hatine qetilkirin bin.
ÊLIH
Li Êlîhê jin bi pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA) de ji bo şermezarkirina komkujiya Parîsê û qetilkirina 3 siyasetmedarên jinên kurd ya li Sîlopya meşekê girseyî li dar xistin. Jinên ku li ber avahiya Mala Gel a Mehmet Sîncar kom bûn bi pankarta wêneyên 3 jinên siyasetmedarên kurd yên li Parîsê hatîn qetilkirin û ên 3 jinên li Sîlopya hatî qetilkirin vekirin. Jinên ku heta Parka Şerzan Kurt meşiyan û di meşê de dowîzên “Dema dibêjin tolhildan, Zîlan tê ber çawê min” û “Sêvê Fatma Pakîze nemire” hilgirt û bi tilîliyan û diruşmayên “Sara Rojbîn Ronahî, jin jiyan azadî” meşiyan. Jin piştî meşê bi rêzgirtinê berxwedana jinan ya li Sur, Cizîr û Sîlopya silav kirin.
Berdevka KJA Nurten Uzumcu di daxuyaniyê de anî ziman ku armanca kujerên jinan hilweşandina pergala Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û wiha got: “Komkujiya Sîlopiyê berdewama komkujiya Parîsê ye. Kurd riya azadiyê xîz kiriye. Berdela vê çi bibe bila bibe, heya dawiyê dê li ser riya azadiyê bimeşin.”
Parlementera HDP’ê ya Êlîhê Ayşe Acar Başaran jî dest nîşan kir ku jin dê bi xûna xwe bûharê bênin axa Kurdistanê û wiha axivî: “Jin dê Kurdistana azad û hevpar bi xûna xwe ava bikin. Jin îro ji bo azadiya Kurdistanê canê xwe feda dikin. Lê bila bizanin ku bi qetlîaman nikarin çareserî dest bêxin. Riya çareseriyê Gireva Îmralî ye, Rêber Ocalan e.”
Çalakî bi diruşma “Jin jiyan azadî” dawî bû.
AGIRÎ
Li Agiriyê aktivîstên Kongreya Jinên Azad (KJA), qetilkirina 3 sîyasetmedarên Kurd Sevê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayîr bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Aktivîstên ku li ber avahiya HDP'ê kom bûn û heya ber avahiya Telokomê meşiyan, wêneyên 3 sîyasetmedarên Kurd hilgirtin. Di meşê de pankarteke ku li ser "Bi rika mirinê, jiyan di kenê we de veşartî ye" hatin vekirin û ligel aktivîstên KJA'yê, Hevşaredara Agiriyê Mûkaddes Kûbilay, Parlementerê HDP'ê yê bajar Berdan Oztûrk û endamên saziyên sivîl ên civakî beşdarî çalakiya şermezarkirinê bûn.
Li vir li ser navê aktivîstan Kezban Dûmlû axivî û diyar kir ku li îşkenceya cenazeyan di hiqûqa şer de jî tune ye. Dûmlû destnîşan kir ku li hember gelê Kurd komkujiyek pêk tê û wiha got: "Bila baş bê zanîn ku şerek bi vî awayî heya dawiyê nadome. Ev kesên van sûcan dikin dê helbet hesabê bidin. Bi qetandina sê-çar kulîlkan hûn nikarin hatina biharê asteng bikin. Em ê li hember van polîtîkayan her tim li pêş têkoşînê bidin."
Hevşaredar Kûbîlay jî axivî û qetilkirina 3 siyasetmedarên Kurd ên ji bo aştiyê têdikoşiyan şermezar kir û da zanîn ku bila desthilatdar bitirsin ji ber ku jinên dê li hember wan bisekinin."
Daxuyanî bi dirûşmên "Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.