Nasnameya ciwanê li Nisêbînê hat qetilkirin diyar bû

Hate diyarkirin ku welatiyê îro bi gulebarana ji wesayîtên zirxî hat qetilkirin Kerem Akyurek ê 19 salî ye.

Hate diyarkirin ku welatiyê îro li Nisêbînê bi gulebarana ji wesayîtên zirxî ve hat qetilkirin Kerem Akyurek ê 19 salî ye.
Nasnameya ciwanê li Kolana Dîlek a Taxa Firatê ya navçeya Nisêbîna Mêrdînê hat qetilkirin aşkera bû. Hate diyarkirin ku welatiyê di encama gulebarana ji wesayîtên zirxî yên li Goristana Veysîka hatine bicihkirin hat qetilkirin Kerem Akyurek ê 19 salî ye, nasnameya welatiyê hat birîndarkirin hê nehatiye zelalkirin.

Cenazeyê Kerem Akyurek ji bo karûbarên otopsiyê sewqî Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hat kirin.