Demîrtaş derbarê Dolmabahçeyê de agahiyên girîng parve kir
Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di mitînga Wanê ya bi heybet de axivî û derbarê hevdîtina Dolmabahçeyê de cara yekem hin agahiyan bi raya giştî re parvekir.
Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di mitînga Wanê ya bi heybet de axivî û derbarê hevdîtina Dolmabahçeyê de cara yekem hin agahiyan bi raya giştî re parvekir.
Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di mitînga Wanê ya bi heybet de axivî û derbarê hevdîtina Dolmabahçeyê de cara yekem hin agahiyan bi raya giştî re parvekir. Demîrtaş da zanîn ku dema di sazûmana rûniştina Qesra Dolmabahçeyê de pirsgirêk derketiye wezîrên hikumetê bi Serokomar Erdogan re axivînê û Erdogan gotiye "Ma ne şerm e hun sazûmana rûniştinê nîqaş dikin. Hun li wir karekî dîrokî dikin. Ya girîng daxuyanî ye."
Li Wanê, li hemberî êrîşên tevkujiyê yên li Kurdistanê bi tevlîbûna Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş mitîngeke girseyî hate lidarxistin. Bi dehezaran kesên ku li qadê bicih nebûn, derket derveyî barîyerên polîsan. Ji navçeyên Wanê jî li gel astengiyên polîsan, gelek kes tevlî mitîngê bûn.
Di mitîngê de Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş axivî û derbarê rojeva Kurdistan û Tirkiyeyê nirxandinên girîng kirin. Demirtaş di axaftina xwe de bi giranî li ser polîtîkayên şer ên hikumeta AKP'ê û êrîşên li ser bajarên Kurdistanê sekinî û careke din diyar kir ku pirsgirêk ne xendek in, pirsgirêka hebûna gelekî ye.
'JI BO SAZÛMANA RÛNIŞTINA DOLMABAHÇEYÊ LI ERDOGAN GERIYAN'
Demîrtaş di axaftina xwe de der barê pêvajoya çareseriya demokratîk û Mutabakata Dolmabahçeyê de jî cara yekem hin agahiyan parve kir. Demîrtaş da zanîn ku Serokomar Erdogan ê ku pişt re Mutabakata Dolmabahçeyê red kir û di dema hevdîtinan de ji her tiştî agahdar bû û wiha berdewam kir:" Dema li Dolmabahçeyê me amadekariya daxuyaniyê dikir, di navbera heyet û wezîran de li ser nîzama rûniştinê pirsgirêk derket. Ji heyetê wezîrekî li Serokomar Erdogan geriya û jê pirs kir 'Di sazûmana rûniştinê de pirsgirêk heye, pêşniyarê we çi ye?' Serokomar Erdogan jî got 'Ma ne şerm e hun sazûmana rûniştinê nîqaş dikin. Hun li wir karekî dîrokî dikin. Ya girîng daxuyanî ye.' Heman Serokomar hefteyek din rabû û got 'Agahiya min tune ye, ez mutabakatê qebûl nakim.'"
'WERIN EM HEMÛ DERKEVIN PÊŞBERÎ DADGEHÊ'
Demîrtaş der barê gefên li hemberî HDP'ê jî bersiv da û got destnedayîn ne ji wan re ji Erdogan re pêwist e û wiha axivî: "Bila destnedayîna me were rakirin lê bila ye te jî were rakirin. Em hemû derkevin pêşberî dadgehê. Em natirsin."
'HUNÊ HERKESÎ BIKUJIN?'
Demîrtaş balê kişand ser êrîşên tevkujiyê yên li bajarên Kurdistanê û got bi qetilkirina gel, çareserî pêş nakeve berevajî vê pirsgirêk kûr dibe.
Demîrtaş wiha berdewam kir: "Ez ji serokwezîr dipirsim. Hun li Cizîr û Silopiyê çi bikin hunê serkeftinê bidestxin? Ez meraqê dikim. Hun dibêjin 'Emê mal bi mal paqij bikin.' Ji sedî 95'ê wan navçeyan dengên xwe dane HDP'ê. Hunê hemûyan bikujin?" Demîrtaş banga çareseriyê kir û got eger çareserî pêş nekeve dê dawiya van şaşiyan bibe felaket.
Piştî axaftina Demîrtaş mitîng bi dîrûşmên "Emê li ber xwe bidin û biserkevin" bi dawî bû. Piştî mitîngê li ser Kolana Cumhuriyetê endama KJA'yê Yadîşen Karabulak ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin û li ber Perîhan AVM jî jinekê hate derpkirin.