Li Îzmîrê Elewiyan li dijî qetlîaman dest bi greva birçîbûnê kirin

Elewiyan li Îzmîrê, ji bo bertekên xwe yên li dijî qetlîamên li bajarên Kurdistanê nîşan bidin dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan kirin.

Komaleya Elewiyên Demokratîk a Îzmîrê (Î-DAD), hevbirên Îzmîrê yên Federasyona Elewî Bektaşî û Komaleya Ciwanên Elewî bi armanca şermezarkirina qetlîamên li bajarên Kurdistanê û piştgirîdayina berxwedanê li Mala Cem a Narlidere dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan û dorveger kirin.

Ji bilî Elewiyan, partiyên siyasî yên li Îzmîrê û nûnerên saziyên civaka sivîl jî piştgirî dan greva birçîbûnê.

Li ser navê Elewiyan Erdal Sefer daxuyaniya çapemeniyê xwend, diyar kir ku wek Elewiyan li dijî qetlîaman ji bo karibin sekna xwe raber bikin deng derdixin, wiha domand: “Em dizanin ku ya vî şerî bisekinîne têkoşîna me ya hevpar e. Bingehê yekane yê xwişktî, biratî û jiyana me ya hevpar ev e.”

Piştî daxuyaniya çapemeniyê Pîrê Elewî Alî Tekîn gulbang xwend û greva birçîbûnê da destpêkirin.