KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
'Berxwedana Bakurê Kurdistanê berxwedana rûmetê ye'
Hêzên xweparastinê yên wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) destnîşankirin, ku berxwedana xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê berxwedana şeref û rûmetê ye û piştgirî dan berxwedêran. -
Mehmet Ocalan: Divê Riha li dijî tecrîd û dorpêçiyê bi berpirsyarî rabe
Mehmet Ocalan bal kişand ser tecrîda şidandî ya li ser Ocalan û got, "Ji bo şikandina tecrîda li ser Serok û ji holê rakirina dorpêçiya li Kurdistanê, girîng e Riha bi berpirsyariya xwe rabe." -
Li Nurnbergê Kurdistaniya çalakiya bêîtîatiya sivîl li dar xistin
Kurdistaniyên li Ewropa protestokirina terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê didomînin. Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê, Kurdistaniyan Stasyona Trenê ya Nurnbergê dagir kirin. -
Li Hambûrgê qetlîamên AKP’ê hatin protestokirin
Kurdistaniyên li Hambûrgê êrîşên qirker ên rejîma AKP’ê protesto kirin. -
Artêşa Tirk Girê Spî gulebaran dike
Artêşa Tirk careke din bajarê Girê Spî û depoyên wê yên genim bi çeka MG3 gulebaran kir. -
Li Kolnê dewleta Tirk hat protestokirin
Qetlîamên hikûmeta AKP’ê ya li hember gelê Kurd li bajarê Koln ê Elmanyayê bi meşekê hat protestokirin. -
Li Marsîlyayê ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemez Kurdistanî meş li dar xistin
Kurdistaniyan li Bajarê Malsîlya yê Fransayê ji bo 3 jinên Kurd ên li Parîse hatibûn qetilkirin meş li dar xistin. -
Polîsên Tirk li Hezexê tax dane ber guleyan
Hêzên dewletê li Hezexê 2 taxên xweparastinê ji wesayîtên zirxî gulebaran kir. -
Li Dortmûndê terora dewleta Tirk hat protestokirin
Li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê û di encam de qetilkirina 3 jinên Kurd ên li Silopiyayê bi dagirkirina Dortmûnd HBF’ê ve hat protestokirin. -
Li Kerboranê jineke din a birîndar bibû jî jiyana xwe ji dest da
Fatma Kiliç a li navçeya Kerboranê ji aliyê hêzên dewletê hat birîndarkirin, li nexweşxaneya lê tedawî didît jiyana xwe ji dest da. -
Ji bo Nûçegîhanê DIHA’yê Orûç ê hat êşkencekirin daxwaza girtinê
Nûçegîhanê DIHA’yê Nedîm Oruç ji aliyê dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin. -
Jinan li 4 bajarên Swîsreyê daxwaza edaletê kirin û nelet li qetlîamê barandin
Li gelek bajarên Swîsreyê jin daketin qadan daxwaza ‘Edaletê’ kirin, diyar kirin ku yên berpirsiyarên qetlîama Parîsê aşkera nakin, hevkarên hêzên dewleta Tirk a li Kurdistanê qetlîamên pêk tîne ye. -
Walîtiya Nantesê hat dagirkirin
Kurdistaniyên li bajarê Nantes ê Fransayê ji bo terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê protesto bikin Walîtiya Nantesê dagir kirin. -
Qetlîama Parîsê li Dusseldorfê hat protestokirin
Qetlîama Parîsê di 3. salvegerê de li pêşiya Konsolosxaneya Fransa a li bajarê Dusseldorf ê Elmanya hat protestokirin. -
Li dijî qetlîamên li Kurdistanê Balafirgeha Viyana hat dagirkirin
Kurdistaniyan li Balafirgeha Viyana çalakiya dagirkirinê li dar xistin. -
Li Silopiyayê zarokekî din hat qetilkirin
Derket holê ku xizmê Mehmet Mete (10) yê ku 21’ê Kanûnê li Silopiyayê hatibû qetilkirin, Aydin Mete (16) jî 4 roj berê ji aliyê tîmên taybet ên Tirk hatiye qetilkirin. -
Li Bremenê çend rêzehevdîtin pek hat
Li bajarê Beremen ê Elmanyayê Kurdistaniyan ji bo balê bikşînen ser terora dewleta Tirk çend rêzehevdîtin pek anîn. -
Cansiz, Dogan û Şaylemez di sala 3. de li Parîsê hatin bîranîn
Sakîna Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di 3. salvagera qetilkirinê de, li pêşiya avahiya Buroya Enformasona Kurdistanê hatin bîranîn. -
‘Jinên Kurd wê ti carî bêdeng nebin’
Li Silopiyayê qetilkirina 3 siyasetmedarên jin ên Kurd, li gelek navçe û bajarên cur bi cur hatin protestokirin. Jinan destnîşan kirin ku dewleta Tirk bi qetilkirinan wê nikaribe wan teslîm bigire, soza mezinkirina têkoşînê dan. -
Li pêşiya Konsolosxaneya Fransa ya Frankfûrtê mîtîng
Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê bi daxwaza aşkerakirina failên qetlîama Parîsê ya 9’ê Çileya 2013’an de pêk anîn mîtîngek hat lidarxistin. -
Nûçegihanê DÎHA’yê ê ku rastî îşkenceyê hat hê jî di bin çavan de ye
Nûçegihanê DÎHA’yê Nedîm Oruç ê ku duh bi îşeknceyê ji aliyê polîsên Tirk ve hate revandin û di encama bihistiyariya raya giştî de hate qebûlkirin ku li Midûriyeta Polîsan a Sîlopiyayê ye hê jî li emniyetê tê girtin. -
Heyeta Îmraliyê wê sibehê daxuyaniyê bide
Heyeta Îmraliyê têkîldarî du girtiyên ku ji cem Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin sirgûnkirin wê daxuyaniyê bide. -
Raporên Otopsiyê: Bi gulebaranê hatin qetilkirin
Raporên otopsiyê yên 3 siyasetmedarên jin ên Kurd Sevê Demîr, Fatma Ûyar, Pakîze Ûyar û ciwanekî navê wî nehate zelalkirin hat aşkerakirin. -
Însiyatîfa Ciwanên Apoyî: Divê her kes bikeve berxwedanê!
Însiyatîfa Ciwanên Apoyî wiha got: “Li dijî êşkenceya li dijî cenazeyên hevalên me yên li Silopiyayê bi lehengî şehîd ketin êdî tehemula me nema.” -
Amed îşev ji bo 3 siyasetmedarên jin dadikeve kolanan
Qetilkirina her 3 siyasetmedarên jin îşev li Amedê bi çalakiyan tê protestokirin. Dê çalakî bi pêşengiya HDP, DBP, KJA û DEM-GENÇ'ê werin lidarxistin û bang li gelê Amedê hate kirin ku li hemberî komkujiyan dakeve kolanan.