Li Kolnê dewleta Tirk hat protestokirin
Qetlîamên hikûmeta AKP’ê ya li hember gelê Kurd li bajarê Koln ê Elmanyayê bi meşekê hat protestokirin.
Qetlîamên hikûmeta AKP’ê ya li hember gelê Kurd li bajarê Koln ê Elmanyayê bi meşekê hat protestokirin.
Qetlîamên hikûmeta AKP’ê ya li hember gelê Kurd li bajarê Koln ê Elmanyayê bi meşekê hat protestokirin.
Piştî banga NAV-DEM’ê ya ji bo kurdistanî û dostên wan ên li Elmanyayê dijîn dakevin qadan û şûn de, îro li bajarê Koln saet 16:00’an di pêşengtiya Meclîsa Jinan a Viyan û Civaka Demokratîk a Kolnê girse ji Ebertplatz heta Rûndolfplazayê meşiya û dirûşmeyên “Qatilê Zarokan Erdogan”, “Markel Fînanse Dike, Erdogan Bombe Dike” û “Bijî Berxwedana Cizîr, Sûr û Silopiya” qîr kirin. Rêxistinên Çep ên Tirkiyeyî û MLKP’ê jî beşdarî meşê bûn û qetlîamên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê protesto kirin û peyamên piştgiriyê dan.
Di pêşiya meşê de pankarta wêneyên her sê siyasetmedarên jinên Kurd Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) ên li paytext Parîs a Fransayê di 9’ê Çileya 2013’an de hatin qetilkirin û wêneyên 3 siyasetmedarên jinên Kurd Sêvê Demîr, Pakîze Nayîr û Fatma Ûyar ên li Silopiyayê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin jî hatin hilgirtin.
Meş li ser rêya Hansarîng a Koln ya herî zêde dikandarê Kurd-Tirk lê hene pêk hat. Girseyê bi yek dengî dirûşmeyên “Qatil Erdogan” û “ Kurdistan Goristan Ji Bo Faşîstan” qîr kirin. Di tevahiya meşê de jinan belavokên ku qetlîamên li Kurdistanê yên dewleta Tirk pêktîne belav kirin. Piştî meşa saetekê, girse gihişt Rûdolfplatzê ku cihê mîtîngê bû. Li vir ji bo hemû şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.
Mîtîng bi dirûşmeyan bi dawî bû.