BI DÎMEN

Mehmet Ocalan: Divê Riha li dijî tecrîd û dorpêçiyê bi berpirsyarî rabe

Mehmet Ocalan bal kişand ser tecrîda şidandî ya li ser Ocalan û got, "Ji bo şikandina tecrîda li ser Serok û ji holê rakirina dorpêçiya li Kurdistanê, girîng e Riha bi berpirsyariya xwe rabe."

Mehmet Ocalan bal kişand ser tecrîda şidandî ya li ser Ocalan û got, "Ji bo şikandina tecrîda li ser Serok û ji holê rakirina dorpêçiya li Kurdistanê, girîng e Riha bi berpirsyariya xwe rabe."

Tevî êrîşên tinekirinê yên topyekûn ên li hemberî gelê Kurd, AKP û dewleta Tirk nahêle ku malbat, parêzer û heyet biçin Girava Îmraliyê. Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve parêzer, ji 6'ê Cotmeha 2014'an û vir ve malbat û ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve jî Heyeta Îmraliyê nikarin Ocalan bibînin. Rewşa Ocalan ku di nava tecrîdeke giran de ye, malbatê dixe nava fikaran. Mehmet Ocalan ku zêdeyî 14 meh in nikare kekê xwe bibîne, bang li gelê Rihayê, her kesên welatparêz û demokrat kir ku li hemberî vê bêhiqûqiyê dengê xwe bilind bikin.

'DIVÊ RIHA BI BERPIRSYARIYA XWE RABE'

Mehmet Ocalan da xuyakirin, ku çend ji aliyê qanûnî ve mafê wan e her du hefteyan carekê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re weke malbatê hevdîtinê bike jî, bi ti awayî destûr nayê dayîn ku ew vî mafê xwe bi kar bînin û destnîşan kir, ku li dewletên hiqûq lê neyê meşandin, bi her awayî mafên mirovan dikarin bên binpêkirin. Mehmet Ocalan êrîşên li dijî mirovahiyê yên li bajarên Kurdistanê bibîr xist û got, "Eger hevdîtinên bi Serok re dewam bikira, niha ev nediqewimîn. Lê belê, ji bo şikandina astengiya li pêşiya hevdîtinan em jî bi têrkerî tevnegeriyan. Çalakiyên me yên demokratîk ên li dijî tecrîdê qels man. Serok di her hevdîtiNê de li Rİhayê dipirsî. Li Rihayê ji bo şikandina tecrîda li ser Serok me çi kir? Gelê Rihayê, partî, saziyên demokratîk mîsyona xwe bi cih neanî. Bi tenê li tecrîdê temaşe dikin. Eger me karîbûna astengiyên li pêşiya hevdîtinê bişikanda, wê ewçend xwîn nerijiya. Di pirsgirêka Kurd de her kes bi cih û giraniya Serok dizane."

'PÊWÎSTE GELÊ RIHAYÊ TAVILÊ RABE SER PIYAN'

Mehmet Ocalan nerazîbûneke tund nîşanî îdîayên ku dibêjin 'rayedarên dewletê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinan dike' da û got, "Bi ti awayî ev ne rast e. Em vê qebûl nakin. Çima nahêlin em hevdîtinê bikin? Sedema vê yekê ew e ku dewlet û AKP dixwazin şer bênavber bidome. Medya Tirk her weke her tişt xweş e, pirsgirêk nîne, nîşan dide. Ev yek jî derew e û li derveyî rastiyan e. 16 sal in Serok di nava çar dîwaran de bi awayekî tecrîdkirî li hucreyê tê ragirtin. Serok ji bo aştiyê heta roja îro çi ji dest hat kir. Di serî de gelê Rihayê ez bang li gelê Kurd û demokratan dikim. Em rabin ser piyan û Serok ji nava çar dîwaran derxînin. Hema em ji Rihayê destpê bikin. Bi çalakiyên demokratîk em destpê bikin. Ji destê kê çi tê bila ji bo Serok, ji bo Kurdistanê bike."

'JI BO ŞIKANDINA TECRÎDA LI SER SEROK EM TAVILÊ BIKEVIN NAVA TEVGERÊ'

Mehmet Ocalan ragihand ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lîderekî li cîhanê tê naskirin e û got, "Lê belê hemû dewletên cîhanê tecrîda li ser Serok ji nedîtî ve tê. Naxwaze bibîne. Hiqûqa bi cih nayê anîn, ji nedîtî ve tên. Gelê Kurd bi taybetî yê li Rihayê divê ji bo şikandina tecrîda li ser Serok tavilê bikeve nava tevgerê. Serok ji Rihayê ye. Divê diyarê Serok Riha bi berpirsyariya xwe rabe. Divê vê tecrîdê bişikîne. Ji her alî ve divê seferber bibe. Ji bo şikandina tecrîda li ser Serok û ji holê rakirina dorpêçiya li Kurdistanê, dem ne dema sekinandin û temaşekirinê ye."