Li Kerboranê jineke din a birîndar bibû jî jiyana xwe ji dest da

Fatma Kiliç a li navçeya Kerboranê ji aliyê hêzên dewletê hat birîndarkirin, li nexweşxaneya lê tedawî didît jiyana xwe ji dest da.

Fatma Kiliç a li navçeya Kerboranê ji aliyê hêzên dewletê hat birîndarkirin, li nexweşxaneya lê tedawî didît jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Kerboran a Mêrdînê ya ku ev 19 roj in terora dewleta Tirk lê didome, di 23’ê Kanûna 2015’an de hêzên dewletê malek gulebaran kirin, di encam de Necmî Kiliç û keça wî Sebahat Kiliç jiyana xwe ji dest dabû, Fatma Kiliç jî bi giranî birîndar bibû. Kiliç a ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê tedawiya wê dewam dikir, îro danê sibehê de jiyana xwe ji dest da.

Kiliç bi merasîmeke li Kerboranê ve li Goristana Micir Safa hat defnkirin.