Qetilkirina 3 siyasetmendarên jinên Kurd Sêvê Demîr, Pakîze Nayîr û Fatma Ûyar ên li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê yên ji aliyê hêzên dewleta Tirk, hat protetokirin.
MERSÎN
Li Mersînê di pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA) de, qetilkirina 3 siyasetmendarên jinên Kurd Sêvê Demîr, Pakîze Nayîr û Fatma Ûyar ên li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê hat protestokirin. Gelek kesên li Parka Ozgur Çocûk kom bûn wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li gel wêneyên Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar hilgirtin. Pankartên “Îsrarkirina di berxwedanê li hember komployan, bersiva herî mezin e” û “Berxwedana me berxwedana hemû jinan e” vekirin.
‘TÊKOŞÎNA AZADIYA JINAN WÊ HÊ MEZINTIR BIDOME’
Di çalakiyê de dirûşmên “Qatil AKP”, “Qatil Erdogan”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî Berxwedan Cizîrê” qîr kirin. Di çalakiyê de Hevseroka HDP’ê ya navçeya Mezîtliyê Nûrsel Demîr diyar kir ku, di şerên li hember gelê Kurd de herî zêde jin tên hedefgirtin, bi ruhê berxwedana jina ya li hember qetlîaman ditirsin. Demîr wiha got: “Li zindana Amedê nikaribûn berxwedana Sakîne Cansiz bişkînin. Li gel wê Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li nevenda Parîsê di 3. salvegera qetilkirina wan de di kesayeta sê şervanên azadiyê Sêvê, Fatma û Pakîze de dixwazin heman peyamê bidin. Êrîşên hovane yên hikûmeta AKP-DAÎŞ’ê yên li hember mirovan, bila nefikirin ku bi taybet bi qetilkirina jinan re wê berxwedanê bişkînin.”
Hevşaredara Akdenîzê Yuksel Mûtlû jî wiha got: “Desthilatdar bila baş bizanin ku; têkoşîna azadiya jinê ji vir û pê de wê hê bi hêztir, xurttir, mezintir bidome.”
SÊRT
Li Sêrtê jî di pêşegtiya KJA, HDP û BDP’ê de daxuyanî hat dayin, operasyonên li Kurdistanê didomin û qetilkirina her 3 siyasetmendarên jinên Kurd hat protestokirin. Wêneyên Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayîr û pankarta “Dewleta Qatilê Jinan” hat rakirin. Di çalakiyê de Gulbahar Aksoy axivî û wiha got: “Di 9’ê Çileyê de li Parîsê Sara, Leyla û Fîdan hatin qetilkirin. Piştî du salan dîsa di meha Çileyê de li Silopiyayê 3 siyasetmendarên jinên Kurd hatin qetilkirin. Her sê jinên hevalên me ji bo mirovahiyê dijîyan û li ser navê mirovahiyê şehîd ketin. Jin bêdeng nabin. Jinên Kurd ti carî wê bêdeng nebin û wê têkoşîna xwe ya mirovahiyê bidomînin.”
Hevserokê HDP’ê yê navçeyê Şukru Tîmûtaş jî diyar kir ji vê saetê û pê de heta polîtîkayên şer û tinekirinê bi dawî nebin, her şev saet 18: 00’an wê çalakiyên dengderxistinê li dar bixin. Tîmûtaş banga beşdariya çalakiyê kir.
Li aliyê din piştî çalakiyê endamê Meclîsa DBP’ê Huseyîn Arasan, ji aliyê polîsên Tirk ve hat binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Sêrtê.
AMED
Li navçeya Bismil a Amedê di pêşengtiya Navenda Jinan a Nûjîn de gelek kes kom bûn û di nav girseyê de jî parlementera HDP’ê ya Amedê Feleknas Ûca jî cih girt, ji bo şermezarkirina qetlîamê ber bi Qada Newroz ve dest bi meşê kirin. Girseyê wêneyên 6 siyasetmedarên jinên Kurd ên li Parîs û Silopiyayê hatin qetlikirin û pankarta “Israrkirina di berxwedanê de, ji bo komployan bersiva herî bi rûmet e” hilgirtin. Di daxuyaniya dawiya meşê de qetlîam hatin şermezarkirin.
Li navçeya Erxanî bi sedan kes di nav de Parlementera HDP’ê Sîbel Yigîtalp cih girt, ji pêşiya avahiya HDP’ê ya navçeyê heta Komeleya Jinan a Selîsê meşek li dar xistin. Di meşê de dirûşmên “Dewleta Qatil Wê Hesab Bide” û “Jin Jiyan Azadî” qîr kirin, û dowîzên “Hevalên Rojê, Rozaya Kurdan, Fîdanên Parîsê em we ji bîr nakin” û wêneyên 3 siyasetmedarên jinên Kurd ên li navçeya Silopiyayê hatin qetilkirin û li gel dowîz hatin hilgirtin. Girseya ku bi dirûşman heta Komeleya Jinan a Selîs ê hatin bi daxuyaniya hat dayîn qetlîam şermezar kirin.
BEDLÎS
Li Bedlîsê girseya di pêşengtiya DBP,HDP û KJA’yê li pêşiya avahiya DBP’ê kom bûn, qetlîama li Silopiyayê şermezar kirin. Rêvebera HDP’ê ya bajar Gulistan Cayhan di axaftina xwe ya çalakiyê de diyar kir ku hêzên dewleta Tirk bi qetilkirina her 3 siyasetmedarên jin peyamek dan civaka Kurd. Dewleta Tirk dijminê jinê ye. Parlementera HDP’ê ya Bedlîsê Mizgîn Irgat jî wiha got: “Em sozê didin ku em ê di rêya berxwedana jinê de têkoşîna xwe xurttir bikin.”
ÎDIR
Li Îdirê gelek kes li pêşiya avahiya DBP’ê ya bajar a Îdirê kom bûn, bi daxuyaniyekê qetilkirina 3 siyasetmedarên jin şermezar kirin. Di daxuyaniyê de rêvebera DBP’ê Oya Malgaz bal kişand ku di êrîşan de jinên rêxistinkirî tên hedefgirtin û qetlîam nelet kir.
STENBOL
Komîsyona Jinan a Komelaya Hukuknasên Azadîxwaz (OHD) têkildarî qetilkirina 3 siyasetmedarên jinên Kurd Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve li Silopiyayê hatin qetilkirin, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de bal kişand ser çend roj beriya 3. salvegera qetlîama Parîsê, pêkanîna qetlîamek bi vî awayî. Daxuyaniyê wiha dewam kirr: “ Weke di her pêvajoyên dîrokî de çêbûye, nirxên mirovahiyê jinê dikin hedef, zîhniyetek qetlîamker di kesayeta jinê de dixwaze nirxên civakî û pîroz tine bikin. Di van êrîşan de herî zêde ji jinan ditirsin.”