Cansiz, Dogan û Şaylemez di sala 3. de li Parîsê hatin bîranîn
Sakîna Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di 3. salvagera qetilkirinê de, li pêşiya avahiya Buroya Enformasona Kurdistanê hatin bîranîn.
Sakîna Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di 3. salvagera qetilkirinê de, li pêşiya avahiya Buroya Enformasona Kurdistanê hatin bîranîn.
Sakîna Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di 3. salvagera qetilkirinê de, li pêşiya avahiya Buroya Enformasona Kurdistanê hatin bîranîn. Di bîranînê de malbatên Cansiz, Dogan û Şaylemez axivîn, banga ronîkirina qetlîamê li hikûmeta Fransa kirin.
Li paytexta Parîs a Fransayê ji bo bîranîna ji Damezirînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez meşek hat lidarxistin. Meş di saetên danê nîvroyê de li pêşîya avahiya Navenda Civaka Demokratîk a Parîsê destpê kir. Di meşê de ji malbata Leyla Şaylemez, Bavê wê Cûmalî Şaylemez, birayê Sakîne Cansiz Metîn Cansiz, bavê Fîdan Dogan Hasan Dogan, nûnerên saziyên Kurdistanê, partiyên siyasî yên Fransa û rêxistinên partiyên Sivîl, nûnerên saziyên SKB û ACTÎT’ê û bi sedan kes beşdar bûn. Di meşê de wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin hilgirtin û li pêşiya meşê jî pankarta “Edalet û Ronîkirin” û wêneyên Fatma Ûyar, Sêvê Demîr û Pakîze Nayir jî hatin hilgirtin.
‘BERPIRSYARÊ QETLÎAMÊ FRANSA YE’
Bavê Leyla Şaylemez Cûmalî Şaylemez diyar kir ku heta edalet pêk neyê wê li Parîsê hê gelek qetlîam pêk werin, daxwaz kirin ku hêzên li pişt qetlîamê werin ronîkirin. Cûmalî Şaylemez wiha anî ziman: “Hêza ku qetlîaman ronî bike, têkoşîna gel bi xwe ye û bi xwedîderketina têkoşîna xwişk û biratiya gelan wê pêk were. Li dijî vê zîhniyetê meşandina têkoşînê wê bibe têkoşîna me ya hevpar.”
Bavê Fîdan Dogan Hasan Dogan jî diyar kir ku di ronînekirina berpirsiyarê qetlîamê de, berpirsiyarê herî sereke Fransa ye, dozger rexne kir. Dogan wiha got: “ Tevî 3. salvegera qetilkirina her 3 jinên Kurd e jî hê berpirsyar nehatine aşkerakirin. Dema mijar bû Kurd, bi vî awayî ye. Daxwaza me ji Fransa demildest berpirsiyaran derxin pêşberî dadgehê.”
Piştî axaftinan li pêşiya avahiya Buroya Enfarmosyanê ya ku qetlîamê lê rû dabû, çeleng hat danîn. Piştre çalakvanên beşdarî mîtingê bûn li pêşiya avahiyê qurnefîl danîn.