Ji bo Nûçegîhanê DIHA’yê Orûç ê hat êşkencekirin daxwaza girtinê
Nûçegîhanê DIHA’yê Nedîm Oruç ji aliyê dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin.
Nûçegîhanê DIHA’yê Nedîm Oruç ji aliyê dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin.
Nûçegîhanê DIHA’yê Nedîm Oruç ê li Silopiyayê piştî polîsan êşkence lê kirin bi wesayîta zirxî revandin û ji ber zexta raya giştî hêzên dewletê qebûl kirin ku li Midûriyeta Emniyetê ya Silopiyayê tê girtin, ji aliyê dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin.
Welatiyên li taxas Şehît Harun a navçeya Silopiyayê ya Şirnexê dijîn di nav rojê de ji aliyê polîs û tîmên taybet ve ji bi çekan bi zorê ji mal hatin derxistin û birin salona sporê ya li Taxa Yenîşehîrê ya vegêrandin wergeha komkirinê. Di nav 37 kesên bi zorê birin salona sporê Nûçegihanê DÎHA'yê yê Silopiyayê Nedîm Oruç ê ku 24 rojan li navçeyê di bin terora dewleta Tirk de geşedan ji raya giştî re radigihandin jî hebû. Li gor îfadeyên şahidan Nûçegihanê DIHA’yê Nedîm Orûç li wir hatibû derbkirin û bi erdê re hatibû kişandin, li wesayîta zirxî hatibû kirin û hatibû revandin. Orûç danê êvarî sewqî Edliyeya Silopiyayê hat kirin, piştî îfade hat girtin bi îdîaya, “Alîkariyê bi rêxistinê re dike” ve bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin.
Duh piştî Orûç bi wesayîta zirxî hatibû revandin, têkîldarî aqûbeta wî tiştek nema hat zelalkirin, piştî bersiva emniyetê ya “Dibe me girtibe an me negirtibe jî” ji aqûbeta wî guman çêbûn. Piştî hestiyariya raya giştî danê êvarî hat qebûlkirin ku Orûç hatiye binçavkirin.