BI DÎMEN

Li pêşiya Konsolosxaneya Fransa ya Frankfûrtê mîtîng

Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê bi daxwaza aşkerakirina failên qetlîama Parîsê ya 9’ê Çileya 2013’an de pêk anîn mîtîngek hat lidarxistin.

Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê bi daxwaza aşkerakirina failên qetlîama Parîsê ya 9’ê Çileya 2013’an de pêk anîn mîtîngek hat lidarxistin. Kurdistanî ji Frankfûrt, Hanaû, Offenbachê tevlî mîtînga li pêşiya Konsolosxaneya Fransa bûn.

Kurdistaniyên li Ewropa bertekên xwe yên ji ber failên qetlîama Parîsê dernaxînin holê zêde dikin. Îro li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê bi daxwaza aşkerakirina failên ji damezirînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera Parîsê ya KNK Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên li Parîsê 9’ê Çileya 2013’an hatin qetilkirin, mîtîngek hat lidarxistin. Her wiha qetilkirina 3 siyasetmedarên jinên Kurd jî hat protestokirin.

Di mîtîngê de dirûşm hatin berzkirin, jinan pankarta ku li ser paçê spî sê gulên sor hebûn bi dîwarê Konsolosxaneya Fransa daliqandin, 3 find pêxistin.

Di mîtîngê de li ser navê Meclîsa Jinan a Amara Rûken Karakoç axivî, wiha got. “3 sal berê Parîsê 3 can ji me girt. Em li benda neletkirina salvegera qetlîamê bûn ku duh li Silopiyayê 3 hevalên me yên jin ên li cem gelê berxwedêr ê Silopiyayê cih digirt, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ji aliyê dewleta Tirk bi hovane hat qetilkirin. Di vê hefteyê de ev qetlîama nîşan dide ku bê dewleta Tirk ji jinên Kurd ên berxwedêr çiqasî ditirse. Çawa Fransa ev 3 sal in qetlîama Parîsê ronî nekir, îro jî dewleta Tirk dewama qetlîama Parîsê li Silopiyayê pêk anî. Hevalên me yên li Silopiyayê hatin qetilkirin ti carî ji mirinê netirsiyan. Dem ali cem berxwedana gel bûn, di nav gel de bûn ji aliyê dewleta Tirk bi nemerdî hatin qetilkirin.”

Karakoç bi bîr xist ku gelek kar dikeve ser milên Kurdistaniyên li Ewropa û dostên wan. Mîtîng ji bo meşa 9’ê Çileyê ya li Parîsê bi banga tevlîbûnê ve bi dawî bû.

...