Însiyatîfa Ciwanên Apoyî: Divê her kes bikeve berxwedanê!
Însiyatîfa Ciwanên Apoyî wiha got: “Li dijî êşkenceya li dijî cenazeyên hevalên me yên li Silopiyayê bi lehengî şehîd ketin êdî tehemula me nema.”
Însiyatîfa Ciwanên Apoyî wiha got: “Li dijî êşkenceya li dijî cenazeyên hevalên me yên li Silopiyayê bi lehengî şehîd ketin êdî tehemula me nema.”
Însiyatîfa Ciwanên Apoyî wiha got: “Li dijî êşkenceya li dijî cenazeyên hevalên me yên li Silopiyayê bi lehengî şehîd ketin êdî tehemula me nema. Her kesê ku ji xwe re dibêje ez mirov im divê bêyî demê winda bike bikeve berxwedanê.”
Însiyatîfa Ciwanên Apoyî daxuyaniyek nivîskî weşand diyar kir ku AKP’e li dijî qadên xwerêveberiyê polîtîkayên qetlîamê her diçe pêşdetir dixe. Destnîşan kir ku li hember qetlîaman di serî de ciwan tevahî gel li her qadê berxwedana xwe ya hebûnê didomîne.
Însiyatîfa Ciwanên Apoyî bi bîr xist ku dewleta AKP’ê her diçe qetlîamên xwe zêdetir dike, wiha got: “Di êrîşan de bi dehan zarok, jin, kal jiyana xwe ji dest dane. Çeteyên Erdogan-AKP’ê hema hema her roj li gel polîtîkayên qetlîamê êşkenceyan li ser cenazeyên şehîdan dikin. Êdî li hember van pratîkên nemerdî tehamul nemaye.
Li hember êşkenceyên li ser cenazeyên nirxên me yên herî mezin şehîdên me yên li Silopiyayê bêdeng mayîn, windakirina nirxên mirovatiyê ye. Dewleta AKP’ê li dijî ciwanên berxwedêr bi tank, top, bi deh hezaran polîs û leşkeran ve ji bo şkandina berxwedanê serî li her cure hîleyê dayê, lê encam negirtiye, wê negire jî. Çeteyên AKP’ê nikarin berxwedanê bişkînin, vê carê jî li ser cenazeyên hevalên me yên ciwan ên bi berxwedanê gelê xwe li dijî qetlîaman diparêzin êşkenceyan dikin, bi erdê re kaş dikin, rûyê xwe yê reş û nemerd careke din derdixe holê. Me Haci Bîrlîk ê li Şirnexê ji bîr nekir. Li dijî êşkenceya li dijî cenazeyên hevalên me yên li Silopiyayê bi lehengî şehîd ketin êdî tehemula me nema. Her kesê ku ji xwe re dibêje ez mirov im divê bêyî demê winda bike bikeve berxwedanê. Eger dewleta AKP’ê li dijî nirxên me wiha bi namerdî êrîş dike, em ê jî dewleta AKP’ê û tevahî saziyên wê bikin hedef.”
Însiyatîfa Ciwanên Apoyî diyar kir ku wê her derê bikin Silopiya, her derê veguherînin qada berxwedanê, wiha daxuyaniya xwe bi dawî kir: “Li ser vî esasî di serî de ciwanên Amedê em banga tevlîbûna refên berxwedanê li ciwanên Apoyî yên Kurdistan û Tirkiyeyê dikin. Îşev saet 19.00’an de em tevahî qadan veguherînin qadên berxwedanê û ji sibehê û şûn de em banga boykota tevahî lîse, zanîngeh, dibistanan dikin. Êdî em tê saziyên sîstema mêtinger bi ti awayî qebûl nekin. Em tevahî saziyên dewleta AKP’ê ya qatil vala bikin, kolanan eniyên berxwedanê em tijî bikin. Heta em dewleta AKP’ê ya êşkencekar qatil ji Kurdistanê biqewirînin em kolanan neterikînin.”