Li dijî qetlîamên li Kurdistanê Balafirgeha Viyana hat dagirkirin

Kurdistaniyan li Balafirgeha Viyana çalakiya dagirkirinê li dar xistin.

Kurdistaniyan li Balafirgeha Viyana çalakiya dagirkirinê li dar xistin.

Li paytexta Avûstûrya Viyanayê di pêşengiya Ciwanên Azad de balafirgeh hat dagirkirin.

Çalakiya li dijî qetilkirina 3 siyasetmedarên jinên Kurd û her wiha li hember êrîşên qirker ên AKP’ê hat organîzekirin, di dema herî qelebalix ya balafirgehê de pêk hat.

Di çalakiyê de girseyê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, Ciwanên Azad vekirin, dirûşm berz kirin.

FAŞÎSTÊN ÊRÎŞ KIRIN BI XISAR DERKETIN

Rêwiyên ji balafiran dadeketin jî piştgirî dan, hin Tirkên faşîst ên li balafirgehê dixebitîn jî hewl dan êrîşî çalakvanan bikin.

Di aloziyê de nêzî 10 faşîst birîndar bûn.

Polîsan 6 çalakvan binçav kirin û piştî li nasnameyên wan nerîn serbest berdan.

Di çalakiyê de têkîldarî qetlîamên li Bakurê Kurdistanê belavok hatin belavkirin.