Nûçegihanê DÎHA’yê ê ku rastî îşkenceyê hat hê jî di bin çavan de ye

Nûçegihanê DÎHA’yê Nedîm Oruç ê ku duh bi îşeknceyê ji aliyê polîsên Tirk ve hate revandin û di encama bihistiyariya raya giştî de hate qebûlkirin ku li Midûriyeta Polîsan a Sîlopiyayê ye hê jî li emniyetê tê girtin.

Nûçegihanê ajansa DÎHA’yê Nedîm Oruç ê ku duh li taxa Şehîd Harun a navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê bi welatiyan ve bi zorê ji taxê hate derxistin û birin Salona Sporê ya Taxa Yenîşehîrê ku wekî kampa êsîran tê bikaranîn, li gorî agahiyên şahidan ji wir bi derbkirinê ji aliyê polîsên Tirk ve ji erdê kaşkirine û bi zorê revandine û birine hê jî di bin çavan de ye. Oruç piştî ku duh hate revandin û bi seatan jê agahî nehat wergirtin û gotina emniyetê ya "dibe ku hatibe binçavkirin an jî nehatiye binçavkirin" ji aqûbeta wî fikar zêde bûn ji ber bihistiyariya raya giştî binçavkirina wî hate qebûlkirin.

Nûçegihanê DÎHA’yê Oruç ê duh serê sibehê ji mala xwe hate derxistin hê jî li Midûriyeta Polîsan a Sîlopiyayê tê rawestandin. Li bendê ye ku Oruç sibehê derxînin dozgeriyê.