Heyeta Îmraliyê wê sibehê daxuyaniyê bide

Heyeta Îmraliyê têkîldarî du girtiyên ku ji cem Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin sirgûnkirin wê daxuyaniyê bide.

Heyeta Îmraliyê têkîldarî du girtiyên ku ji cem Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin sirgûnkirin wê daxuyaniyê bide.

 Berdevkê Heyeta Îmraliyê û Parlamenterê HDP’ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder agahî dan ANF’ê, diyar kir ku wê wek heyet sibehê werin cem hev. Onder destnîşan kir ku wê têkîldarî sirgûnkirina Nasrûllah Kûran û Çetîn Arkaş ên li cem Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmrali diman, daxuyaniyê bidin.

Daxuyanî li salona civîna komê ya li Meclîsê saet 12.00’an de wê bê dayîn.

FIKAR SERWER IN

Sirgûnkirina her du girtiyan fikarên têkîldarî ewlehiya Ocalan ê di bin tecrîda girankirî de tê girtin zêde kir. Buroya Hiqûqê ya Asrin û Platforma Ji Bo Aştiyê Ji Ocalan Re Azadî duh bi daxuyaniyekê ve bendewariyên xwe ya ji bo dewlet daxuyaniyek demildest bide anîbûn ziman.