Qetlîama Parîsê li Dusseldorfê hat protestokirin
Qetlîama Parîsê di 3. salvegerê de li pêşiya Konsolosxaneya Fransa a li bajarê Dusseldorf ê Elmanya hat protestokirin.

Çalakiya bi tevlîbûna bi sedan kesî pêk hat bi rêzgirtinê destpê kir. Jinên Kurd bê navber dirûşmên AKP’ê û dewleta Tirk nelet dike û berxwedana xwerêveberiya Kurdistanê silav dike berz kirin.
Di çalakiyê de danezan hatin xwendin, piştre heta Dusseldorf Hauptbahnof meş hat lidarxistin.
Di meşê de wêneyên Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn), Leyla Şaylemez (Ronahî) her wiha Sevê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar, her 3 jinên ku li Silopiyayê ji aliyê hêzên dewleta Tirk hatin qetilkirin hatin rakirin. Di meşê de Însiyatîfa Jinên Dusseldorfê, Meclîsa Jinên Wûppertal, Meclîsa Jinên Viyan a Kolnê, Komunên Jinan ên Neûss, Grevenbroîch, Monchengladbach û Dûîsbûrgê û hunermendên TEV-ÇAND’ê amade bûn.