KURDISTAN
Di encamnameyê de hate ragihandin ku konferansê îradeya çareseriyê daniye holê û civaka Êzidî li hemberî siyaseta helandinê dixwaze bi entegrasyoneke demokratîk mafên xwe misoger bike.
Konferansa "Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk a Şengalê” bı panela 3'Emîn bi dawî bû. Di konferansê de hat diyarkirin ku divê Iraq civaka Êzidî neteweyek ji Iraqê nas bike û hat gotin ku her dem her pêngavekê de jinê hebûna xwe û nasnameya xwe parastiye."
"Entegrasyona demokratîk ji bo Êzîdiyan meşeke dirêj û bi israr e ku dewletê biçûk dike û civakê mezin dike; bîra qirkirinê vediguherîne avakariya siyasî. Meclîs divê hêzên parastina cewherî bi perspektîfa neteweya demokratîk koordîne bike."
Konferansa "Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk" a li Şengalê, bi rûniştina ‘Fermana 2014 û Lêgerîna Edaletê’ dewam dike.
Konferansa "Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk" a li Şengalê bi panela yekemîn dewam dike. Di konferansê de hate ragihandin ku divê dîrok baş bê xwendin û hate gotin, "Divê ferman ne tenê weke karesat, lê weke dersên ji bo paşerojê bê dîtin."
Hemû Nûçe
-
Li Silopiyayê zarokek birîndar bû
Berxwedana gelê Şirnexê ya li hemberî êrîşên terora dewletê û rakirina 2 cenazeyan berdewam dike. Di encama êrîşên hêzên dewleta Tirk de zarokek 16 salî birîndar bû.
-
-
-
Amed ji bo Sûrê di çalakiyê de ye
Amediyan ji bo şermezarkirina dorpêç û qedexeya li dijî navçeya Sûrê di pêşengiya DBP û HDP'ê li navçeyên Yenîşehîr, Peyas û Farqînê çalakî li dar xistin.
-
-
-
-
-
-
Dewleta Tirk li Silopiyayê 4 kesên din qetil kir
Li Silopiyayê, ku êrîşên giran li ser heye, 4 cenazeyên din anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê. Hat ragihandin, ku cenaze yên welatiyên duh êvarê li Taxa Karşiyakayê ji aliyê hêzên dewletê ve hatine qetilkirin e.
-
AKP bi awayekî vekirî li Bakur Enfalê dike
Parlamenterê Goran Adil Azîz da xuyakirin ku AKP bi awayekî vekirî li Bakurê Kurdistanê tevgereke Enfalê dimeşîne û got, "Divê Parlamenta Başûrê Kurdistanê bi lezgînî li ser Bakur bicive û gel jî dakeve kolanan."
-
-
-
ÎHD ji bo cenazeyan serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dide
Greva birçîbûnê ya malbatên dixwazin cenazeyên zarokên wan ên ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin radestî wan bê kirin, di roja 4. de ye. ÎHD'ê ragihand, ku ji bo wergirtina cenazeyan ew ê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bide.
-
Encu 'belgeya komkujiyê' ji Davûtoglû pirsî
Parlamenterê HDP'ê encu, belgeya dewletê ya ji bo pêkanîna komkujiyê, xist rojeva Meclîsê. Encu ev pirs li Davûtoglû kir, "Di çarçoveya vê fermana li dijî hiqûqê de heta niha çend sivîl hatine qetilkirin?"
-
-
-
Li Cizîrê berxwedana Kurdistaniyan dewam dike
Di roja 23. a êrîşên qirkirinê yên li Cizîrê de tankên dewleta Tirk ên li navenda navçeyê bi cih bûne, topan diavêjin nava taxan. Hewldanên hêzên dewletê yên ji bo xwe berdin nava taxan, bi berxwedana YPS û gel hatin şikandin.
-
-
-
-
Tabloya komkujiya dewleta Tirk li Botanê kir
Hêzên dewleta Tirk ên ku ji fermana "taybet" a Fermandariya Hêzên Bejahî ya bi nivîsa "ji derketina pêşberî dozgeriyê netirsin" hêzê werdigirin, li 5 bajaran, Mîray a 3 mehî jî di nav de 77 sivîl qetil kirin.
-
-
-
Polîsên tîmên taybet ên Tirk li Şirnexê 2 kes qetil kirin
Li Şirnexê ji ber êrîşa ji maşînên zirxî ya polîsên Tirk, li taxa Dîcleyê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên her du kesên hatine qetilkirin hînê ji erdê nehatine rakirin. Gel ji bo rakirina cenazeyan dest bi meşê kir, lê polîsan êrîş kirin.