KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Yên ji ber zexta cerdevaniyê koç kirin dibêjin, 'em ê careke din koç nekin'
Mehmet Ergat û Zeynep Adil ên di salên 90'î de ji ber zexta cerdevaniyê qebûl nekirin û ji Hezexê koçî Nisêbînê kirin, anîn ziman ku ew ê li hemberî polîtîkayên koçberkirinê, xwerêveberiyê bixin meriyetê. -
'HSD, hêza hevpar a gelan e'
Pêngava HSD'ê ya ji bo azadkirina Teşrînê, bi beşdariya şervanên ji gelek gelan pêk hat. Şervanên Kurd, Suryanî, Ereb û Tirkmen dan xuyakirin, ku ew ê hemû herêmên hatine dagirkirin, azad bikin. -
Dewleta Tirk li Dusseldorfê hat protestokirin
Li bajarê Dusseldorf ê Elmanya terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê bi awayekî girseyî hat protestokirin. -
Ciwanê ku polîsan birîndar kir hat girtin
Ciwanê bi navê Mehmet Erîk (23) ê li Cizîrê ji aliyê tîmên taybet ên Tirk hat birîndarkirin, ji nexweşxaneya li Êlihê ya tedawî lê didît hat binçavkirin, hat girtin. -
KCD-E ji bo Silopiyayê banga çalakiyên lezgîn kir
KCD-E banga çalakiyên bêdem ji bo Silopiyayê li Kurdên li Ewropa û dostên wan kir. -
Artêşa Tirk Girê Spî gulebaran dike
Artêşa Tirk careke din bi guleyên doçka Deriyê Girê Spî yê li sînor kir hedef. -
Piştgiriya greva birçîbûnê ya Elewiyan zêde dibe
Îdrîs Balûken Elewiyên di çalakiya li Navenda Giştî ya ABF’ê de ziyaret kir, wiha got: “Eger konsepta derbeyê encam bigire, em ê bên wê astê ku êdî em ê nikaribin li welat demokrasiyê baxivin.” -
Polîs taxên Hezexê da ber guleyan
Polîsan bi wesayîtên zirxî ve taxên Yenî û Tûrgût Ozal ên berxwedanên xwerêveberiyê hene bi saetan dan ber guleyan. -
Belgeya îtiraf û qetlîaman: Ji dozgeran netirsin; dewleta me di tengasiyê de ye
Hat belgekirin, hemû qetlîamên sivîlan ên li Kurdistanê tê kirin ji aliyê dewletê ve tên pêkanîn. -
Kaya: Çi dibe bila bibe em ê li cem têkoşîna gel bin
Kaya di daxuyaniya nivîskî ya têkîldarî 155 salê girtîgehê yê ji bo siyasetmedarên Kurd a ku bi xwe jî di nav de diyar kir ku ceza çi dibin bila bibin wê cihê xwe li cem têkoşîna gel biparêzin. -
Li Kerboranê 3 kes hatin binçavkirin
Li Kerboranê 3 kes ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin binçavkirin. -
Çeteyan li taxa Şêx Maqsûdê 3 sivîl birîndar kir
Êrîşên çeteyên El-Nusra û Ehrar El-Şam ên li hember Taxa Şêx Maqsûd a Helebê didomin. Di encama bombardûmanê de 3 sivîl birîdar bûn. -
Li bajarê Worgul ê Avûstûryayê çalakiya kon
Li bajarê Innsbrûck ê Avûstûryayê çalakiya kon a bi armanca protestokirina terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê di roja duyemîn de ye. Li bajarê Worgul ê eyaleta Tîrol, konê ji bo agahdarikirinê ya ji bo 2 rojan hat vekirin. -
Li Silopiyayê li hember taxên berxwedanê yên di bin dorpêçê de, êrîş giran bûn
Li Silopiyayê hêzên dewleta Tirk ên yên taxên berxwedanê dorpêç kirine, malên welatiyên ku taxan naterikînin bi çekên giran bombebaran dikin. -
Polîsên Tirk li Sûrê welatiyekî din jî birîndar kirin
Polîsên Tirk ên ku ev çend roj in li Amedê bêserûber guleyan direşînin ser gel û welatiyan birîndar dikin, li Yenîşehîrê welatiyek ji pişta wî birîndar kirin. -
Însiyatîfa Gel a Botanê: Li Silopiyayê qetlîam tê kirin, divê hemû Kurd rabin ser piyan
Însiyatîfa Gelê Demokratîk a Botanê li hember mêtîngeriya li ser gelê Kurd bang li her kesî kir ku rabin serhildanê. -
Derbeyên giran li çeteyên DAIŞ’ê hat dayîn
Li derdora bendava Tirşrîn ê hatin rizgarkirn 4 gund û 4 gundil li gel cenazeyê 9 çeteyan û gelek çek û alavên çeteyan kete destê şervanên HSD’ê. -
Komalên Ciwan: Divê ciwan her cure çalakiyan li metropolan bikin
Koordînasyona Komalên Ciwan banga berxwedana bê navber li dijî qetlîamên dewleta Tirk kir, wiha got: “Divê bi taybet gelê me yê li metropolan û bi taybet ciwan li dijî qetlîaman xwedî helwest bin. -
Li Edenê 16 kes hatin binçavkirin
Hate zanîn ku li Edenê di serdegirtina malan de piraniya wan zarok 16 kes hatine binçavkirin. -
Dîcle: Em bi tarîtiyê re rû bi rû ne
Hevserokên Giştî yên KCD’ê Dîcle û Ayna civîna çapemeniyê li dar xistin. Dîcle wiha axivî: “Agahiyên nebaş ên em her roj digirin ne tenê ji bo herêmekê, tarîtiyek wiha ye ku tevahî erdnîgariya Tirkiyeyê tehdît dike.” -
15 sal ceza li Bekîr Kaya hate birîn/HAT NÛKIRIN
Li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya û Endamê PM a HDP'ê Cuneyt Canîş ên ku ji doza KCK'ê ya Wanê dihatin darizandin, 15 sal ceza ji bo her yekî hate birîn. -
Gelê Hezexê rawestandina xwe didomîne
Li navçeya Hezexê ku destur nehat dayîn Hevserokên HDP û DBP'ê bikevin, gel li kolanan agir pêxistin û rawestandina xwe didomînin. -
Ji bo bîranîna Jînda Mêrdîn: Wesayîta zirxî hat îmhakirin
Gerîlayên HPG/YJA Starê ji bo bîranîna gerîlaya bi navê Jînda Mêrdîn a 27’ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest da çalakiyek li dar xistin. Di çalakiya li Mêrdînê pêkhat de wesayîta zirxî ya Ûral hat îmhakirin. -
Bûrçîn wê di baxçeyê malê de were definkirin
Cenazeyê Sezaî Bûrçîn yê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve li Şirnexê hat qetilkirin, wê li baxçeyê malê bê definkirin. -
Li Geverê sewqiyata leşkerî bênavber didome
Li Geverê gelek leşker û wesayîtên zirxî ji Şemzînanê ji bo Fermandariya Tugayê ya Navçeyê hatin sewqkirin.