'HSD, hêza hevpar a gelan e'
Pêngava HSD'ê ya ji bo azadkirina Teşrînê, bi beşdariya şervanên ji gelek gelan pêk hat. Şervanên Kurd, Suryanî, Ereb û Tirkmen dan xuyakirin, ku ew ê hemû herêmên hatine dagirkirin, azad bikin.
Pêngava HSD'ê ya ji bo azadkirina Teşrînê, bi beşdariya şervanên ji gelek gelan pêk hat. Şervanên Kurd, Suryanî, Ereb û Tirkmen dan xuyakirin, ku ew ê hemû herêmên hatine dagirkirin, azad bikin.
Pêngava HSD'ê ya 23'ê Kanûnê ya ji bo azadkirina Teşrînê, bi beşdariya şervanên ji gelek gelan pêk hat. Şervanên Kurd, Suryanî, Ereb û Tirkmen dan xuyakirin, ku ew ê hemû herêmên hatine dagirkirin, azad bikin.
Şervanên Kurd, Ereb, Suryanî û Tirkmen ên di bin sîwana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de cih digirin, ji ANF'ê re axivîn.
Komek ji şervanên Ereb ên ji Girê Spî tevlî nava HSD'ê bûne, êrîş û provokasyonên dawî yên li Girê Spî nirxandin û gotin, "Ji Girê Spî em tevlî nava refên HSD'ê bûn û me cihê xwe di nava pêngava Teşrînê de girt. Bi vê hewldana xwe re, li hemberî êrîş û provokasyonên di demên dawî de li Girê Spî tên kirin, em bûn bersiv. Em dixwazin gel hemû bi awayekî hevpar û wekhev bijîn. Weke şervanên Ereb ên HSD'ê em dixwazin di navbera gelan de bibin pirek. Ji ber vê yekê em tevlî nava refên HSD'ê bûn. Armanca me ew e, ku di serî de Reqqa, Cerablûs, Idlip û Heleb gelemperiya Sûriyeyê ji çeteyan paqij bikin. Em bang li tevahiya gelê Ereb bi taybetî jî li ciwanên Ereb dikin, ku tevlî nava HSD'ê bibin û di avakirina Sûriyeyê de bi rola pêşengiyê rabin."
TIRKIYE ALÎKARIYÊ NADE TIRKMENAN
Şervanê HSD'ê yê Tirkmen Mûhammed di axaftina xwe ya li ser dewleta Tirk bal kişand ser îdîayên dibêjin 'Alîkariyê bi Tirkmenan dike û çekan ji wan re dişînin'. Şervanê Tirkmen da xuyakirin, ku dewleta Tirk alîkariyê nade Tirkmenan, dide çeteyên DAIŞ, El Nûsra, Ehrar El Şam û bi barê TIR'an çekan dişîne ji van çeteyan re. Mûhammed bang li gelê Tirkiyeyê kir û got, "Ez Tirkmenekî ji Cerablûsê me. Dewleta AKP/Erdogan heta roja îro alîkarî nedaye me Tirkmenên Sûrieyî yên birayê we. Berevajî, gelek caran em bi çeteyên weke DAIŞ, El Nûsra û Ehrar El Şam re rû bi rû hiştiye. Van koman heta roja îro serê gelek xwişk û birayên we yên Tirkmen ên bîat ji wan re nekirine, jê kirine. Sirgûn û îşkence kirin. Weke Tirkmenên Sûriyeyî yên birayên we, me cihê xwe di bin sîwana HSD'ê de girtin. Hem ji bo têkoşîna hevpar a gelan hem jî ji bo ji nû ve avabûna Sûriyeyê me beşdar bûn. Em ê têkoşîna xwe ya li hemberî DAIŞ'ê bidomînin. Di serî de DAIŞ em ê hemû çeteyan ji Sûriyeyê biqewirînin û weke HSD'ê Sûriyeyê hemû azad bikin."
SÛRIYEYEKE DEMOKRATÎK
Şervanên HSD'ê yên Suryanî, ji bo ji nû ve avakirina Sûriyeyê da xuyakirin, ku divê gel hemû bi hev re têkoşîneke hevpar bimeşînin û gotin, "Weke şervanên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî ya di bin sîwana HSD'ê de cih digirin, Çi Kurd, Ereb, Suryanî, Sûnî, Elewî, Xiristiyan, em hemû bi hev re ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û wekhev têdikoşin.
Weke şervanên Meclîsa Leşkerî ya Sûriyeyê em beşdarî pêngava azadkirinê ya li başûrê Kobanê hat destpêkirin, bûn. Weke HSD em ji tevahiya gelên Sûriyeyê bi taybetî jî ji gelê xwe yê Suryanî re dibêjin, ku heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê ji bo avakirina Sûriyekeke demokratîk û wekhev têbikoşin. Di serî de ciwanên me yên Suryanî em bang li gelê xwe yê Suryanî dikin ku tevlî nava refên HSD'ê bibin."
GOTINÊN ERDOGAN JI BO ME DERBAS NABE
Şervanê Kurd ê HSD'ê yê ji Hûmsê mohamed Hassan diyar kir ku bi paqijkirina Teşrînê ji çeteyan re wan serketineke mezin bi dest xistine û got, "Gotina Erdogan û ya dewleta Tirk ji bo me derbas nabe. Bi rizgarkirina Teşrînê re me nîşanî her kesî da ku gelê Kurd sînoran nas nake, xetên sor qet nas nake. Bila gelê me yê li Bakurê Kurdistanê vê baş bizanibe, ku em hêza parastinê ya 4 parçeyên Kurdistanê ne."