Polîsên Tirk li Sûrê welatiyekî din jî birîndar kirin
Polîsên Tirk ên ku ev çend roj in li Amedê bêserûber guleyan direşînin ser gel û welatiyan birîndar dikin, li Yenîşehîrê welatiyek ji pişta wî birîndar kirin.

Ev çend rojên dawî li Amedê polîs li derveyî navçeya Sûrê jî êrîşê gel dike û welatiyan bi çekan birîndar dike. Li navçeya Yenîşehîr a Amedê bêyî ku ti çalakî an jî bûyer hebe, polîsan gule reşandin ser welatiyan. Di êrîşê polîsan de welatiyê bi navê Mehmet Oyan ê ku li derdora Hala Kevn li ser tebleyê pêlav difirot, ji pişta xwe birîndar bû. Welatiyê ku ji pişta xwe birîndar bû ji aliyê welatiyên derdorê ve rakirin Nexweşxaneya Selahattîn Eyyubî.
Hat diyarkirin ku Oyan li nexweşxaneyê tê dermankirin û gule hê jî di piştê de ye.
2 WELATÎ BIRÎNDAR BIBÛN
Li semta Şehîtlîk a Yenîşehîrê jî zarokê bi navê Yusuf Tatar (6) ji guleya ku li serê wî ketibû birîndar bibû. Li navçeya Rezan jî îro di saetên sibehê de welatiyê bi navê Abdurrahman Yakut ji rûyê xwe birîndar bibû.