Kaya: Çi dibe bila bibe em ê li cem têkoşîna gel bin
Kaya di daxuyaniya nivîskî ya têkîldarî 155 salê girtîgehê yê ji bo siyasetmedarên Kurd a ku bi xwe jî di nav de diyar kir ku ceza çi dibin bila bibin wê cihê xwe li cem têkoşîna gel biparêzin.
Kaya di daxuyaniya nivîskî ya têkîldarî 155 salê girtîgehê yê ji bo siyasetmedarên Kurd a ku bi xwe jî di nav de diyar kir ku ceza çi dibin bila bibin wê cihê xwe li cem têkoşîna gel biparêzin.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya di daxuyaniya nivîskî ya têkîldarî 155 salê girtîgehê yê ji bo siyasetmedarên Kurd a ku bi xwe jî di nav de diyar kir ku ceza çi dibin bila bibin wê cihê xwe li cem têkoşîna gel biparêzin.
Kaya destnîşan kir ku di çarçoveya operasyonên qirkirinê yên sala 2009’an û şûn de di bin navê KCK’ê de li dijî gel pêş ketin de di sala 2012’an de bi 12 hevalên xwe re bi hinceta “aştiya civakî xera dikin” hatin girtin û xistin girtîgehê, wiha dewam kir:
“Piştî girtinek salekê dozgerê dadgehê bi daxwaza; ‘atmosfera şîdetê ji holê rabûye û wê ji bo pêvajoya muzakereyê tevkariyek be’ min û hevalên min berdan. Wek di tevahî girtinên KCK’ê de dosyaya me jî bi bêhiqûqiyên herî mezin ê dîrokê ve hate tijîkirin, li hember me siyasetmedarê Kurd ‘hiqûqa dijminantiyê’ hat pêkanîn. Lê hêjaye gotinê ye ku dadgeha me bi talîmata hikûmetê esîr girt, dîsa bi talîmata hikûmetê serbest berda.”
Kaya wiha berdewam kir: “Ez dixwazim ev bê zanîn ku; cezayên didin çi dibin bila bibin, min û hevalên xwe ji vê doza mafdar û rewa ya gelê me daye pêş me, me ti carî paş de gav navêt. Cezayê me girtî; ji yê canê ciwanên me yên her roj li nava kolanan de tên qetilkirin, ji êşa dayika Taybet a cenazeya wê hefteyekê li nava kolanê ma, ji êşa Miray a di sarincê de hat girtin qet û qet ne girantir e, wê ti carî jî nebe. Jê zêdetir; cezayê dane me li cem van qetlîaman bê axaftin jî wê me ji kûranî xemgîn bike.
Wek encam, çi ceza didin bila bidin, çi hiqûqê bikar tînin bila bînin, em diyar dikin ku em ê li cem têkoşîna azadiya gelê xwe cihê xwe bigirin, em bawer dikin ku wê gelê me di vê têkoşîna mafdar de serketî be. Em mafdar in û em ê teqez bi ser bikevin…”