Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê têkîldarî êrîşên dewleta Tirk û çalakiyên gerîla de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya HPG’ê de wiha hat gotin:” 27’ê Kanûnê li navçeya Qoser a Mêrdînê di navbera gerîlayekî me yê diçû wezîfeyê û polîsên TC de şer derket. Di vî şerî de Hevala me Jinda heta guleya xwe ya dawî li ber xwe da, birîndar bû, ji bo nekeve destên dijmin xwe feda kir û gihişt şehadetê.”
HPG’ê destnîşan kir ku ji bo bîranîna gerîlaya bi navê Jînda Mêrdîn çalakî hatiye lidarxistin, wiha domand: “31’ê Kanûnê li sêgoşeya di ketina Mêrdînê de yekîneyek gerîlayên me li hember wesayîtek zirxî ya Ûral çalakî i dar xist û wesayîtê bi temamî îmha kir. Di vê çalakiyê de têkîldarî hejmara mirî an jî birîndarên dijmin de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Ev çalakî ji bo bîranîna hevala Jînda Mêrdîn a şehîd ketiye hat lidarxistin.”
TEVGERA HEWAYÎ DIDOME
Di daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hatin dayîn:
“3’ê Çile saet 12.00-14.30’an li ser herêma Qendîl, herêma Zap, Avaşîn, Xakûrkê, Garê û Metîna yên ji Herêmên Parastinê yên Medyayê tevgera balafirên şer çêbû. Her wiha 3’ê Çile saet 16.30-23.00’an li ser herêma Zapê, saet 15.00-00.00’an li ser herêma Heftanîn, saet di navbera 14.30’an û 4’ê Çile (îro) 05.00’an de li ser herêma Garê pêgerên hewayî yên keşfê geriyan.”
AGAHIYÊN NASNAMEYA GERÎLA
HPG’ê agahiyên nasnameya gerîlaya jiyana xwe ji dest dayî da xuyakirin:
Nasnav: Jînda Mêrdîn
Nav-Paşnav: Lutfiye Bûlût
Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn
Dîrok û Cihê Şehadetê: 27’ê Kanûnê 2015 / Mêrdîn