15 sal ceza li Bekîr Kaya hate birîn/HAT NÛKIRIN

Li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya û Endamê PM a HDP'ê Cuneyt Canîş ên ku ji doza KCK'ê ya Wanê dihatin darizandin, 15 sal ceza ji bo her yekî hate birîn.

Li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya û Endamê PM a HDP'ê Cuneyt Canîş ên ku ji doza KCK'ê ya Wanê dihatin darizandin, 15 sal ceza ji bo her yekî hate birîn.
 

Doza KCK'ê ya Wanê du siyasetmedarên kurd dihatin darizandin, li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê hate dîtin. 12 siyasetmedarên kurd ên ku bêyî girtî dihatin darizandin tevli danişînê nebûn, parêzer amade bûn. Heyeta dadgehê parastina dawî ya parêzeran girt. Piştî parastinê heyeta dadgehê biryar da. Heyeta Dadgehê li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya û Endamê PM a HDP'ê Cuneyt Canîş bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" ji bo her yekî wan 15 sal ceza birîn. Ji bo hevşaredar Îhsan Guler 9. Nezahat Ergûneş 13, Abdulkerîm Sayan 9, Mûrat Dûrmûz 12, rêveberê BDP’ê Velî Avcî 15, M.Emîn Yildiz 12, Halis Çakir 12, Dervîş Polat 9, Metîn Adogît 13.5, Mihrîbah Şah 12 û ji bo Hacer Sarûhan jî 8 sal ceza hat dayîn. Ji bo siyasetmedarên din jî di navbera 7 sal û 12 salan de ceza hatin dayîn.

Piştî ku hinceta biryarê bê aşkara kirin dê parêzer biryarê temyîz bikin.