Komalên Ciwan: Divê ciwan her cure çalakiyan li metropolan bikin

Koordînasyona Komalên Ciwan banga berxwedana bê navber li dijî qetlîamên dewleta Tirk kir, wiha got: “Divê bi taybet gelê me yê li metropolan û bi taybet ciwan li dijî qetlîaman xwedî helwest bin.

Koordînasyona Komalên Ciwan banga berxwedana bê navber li dijî qetlîamên dewleta Tirk kir, wiha got: “Divê bi taybet gelê me yê li metropolan û bi taybet ciwan li dijî qetlîaman xwedî helwest bin. Divê ciwan her cure çalakiya li metropolan bikin, ji ber ku rewa ye. Her qad divê bibe qada berxwedan û serhildanê. Welatê tê parastin ne tenê welatê yên mayî ne, divê li metropolan jî xwedî li Kurdistanê bê derketin.”

Koordînasyona Komalên Ciwan diyar kir ku berxwedana gelê Kurd a li dijî mêtingeriyê bi giştî heybeta xwe didome, li dijî vê berxwedanê faşîzma TC bi awayekî herî bê exlaq li dijî gelê sivîl qetlîman pêk tîne. 

Di daxuyaniya Koordînasyonê de wiha hat gotin: “Bi taybet jî li dijî gelê Botanê yê berxwedêr û li hember dagirker serî natewîne, ji lezgîniya dorpêç û di nav dorpêçê de ji înfazên sivîl ti tişt winda nekiriye. Ev dorpêç û înfazên sivîl terikandina malan, welat û teslîmî dagirkeran bûyinê dispêre gel. Lê divê bê zanîn ku li Kurdistanê tovên berxwedanê carekê hatine çandin û wê teqez berxwedan bi ser bikeve, wê gelê me mêtingeriyê bişkîne. Em li taxên xwe bimînin û xwedî li kolanên xwe derkevin rastiyek li ber çav e ku wê mêtingerî têk biçe.”

ÇANDA BERXWEDANÊ ÊDÎ HILNAWEŞE Û TÊK NAÇE

Di daxuyaniyê de qedexeyên kolanan ên li ser Silopiya û Cizîrê yên mehekê derbas dikin û her wiha ya li Sûr a Amedê ya roja 32. li pey xwe dihêle hat bibîrxistin, wiha dewam kir: “Di vê pêvajoyê de gelek li malên xwe û kolanên xwe ji aliyên çeteyên AKP’ê hatin şehîdxistin. Dîsa jî gelê me di pêşengiya YDG-H de berxwedana xwe li dijî vê dagirkirina faşîst domand û bi îlankirina Yekîneyên Parastina Sivîl jî vê berxwedana xwe didomîne. Ev berxwedana gelê me pîroz e. Botan a kelha vê berxwedana pîroz dîsa vê rola xwe ya dîrokî lîstiye. Gelek aşîretên Kurdan hatine navendan û Kurdbûna çiyayî ya asî li bajaran jî belav kirine. Çanda berxwedanê ya ji çiya daket deştan, êdî gihiştiye wê astê ku nema tê hilweşandin û têkçûyin. Serketina van eşîrên egîd herî zêde dewleta faşîst a TC dizane ji ber vê jî polîtîkayek hilweşandin- qetlîamê xistiye rojeva xwe. Eger pêşî li vê Kurdîniya asî û serketî neyê girtin wê tevahî Kurdistan û Rojhilata Navîn bi ser bikeve û faşîzm têk biçe. Di vê nuqteyê de divê em berxwedanê li her derê belav bikin û mezin bikin. Li hember qetlîamên li ber çavên me pêk tên çavên xwe girtin an jî bêdeng mayîn tê wateya hevkariyê. Lê divê baş bê zanîn ku heta em vê berxwedanê li her derê belav nekin wê zilma dewletê bidome û wê dorpêça qetlîamê ya li ser gelê Botanê jî neyê şkandin. Mêtingeriya TC dixwaze gelê me di welatê me de bixe dorpêçê. Lê eger ciwanên gel li her derê rabin ser piyan û her derê veguherînin qadên berxwedanê wê demê wê dijmin din av dorpêça gel de bimîne. Tiştê pêk were jî hêzên dewletê di nav dorpêça gel de hiştin e.”

Koordînasyona Komalên Ciwan daxuyanî wiha da berdewamkirin:

“Gelê me yê Serhed û Garzanê ku di demên herî zor ên Kurdistanê jî berxwedana xwe nesekinandine, divê di vê pêvajoyê de xwerêveberiya xwe bi dengekî hê gûrtir bîne ziman û li kelhên xwe yên berxwedanê xwedî derkeve. Çawa çeteyên Hamîdiye li Kurdistanê di pêşengiya Serhed û Garzanê de hatin tesfiyekirin, çeteyên AKP’ê jî di van herêmên me de bi berxwedanek hê aktîftir wê têk biçe. Serhed û Garzan wê rê nedin Zîlanên nû û wê Botan jî nebe Zîlana sedsala 21’emîn. Berxwedana gel a li Botanê didome bê guman wê piştgiriya xwe di serî de ji Serhed û Garzanê ji serhildanan bigire. Ev pêvajo ne pêvajoya daxuyaniyên çapemeniyê ye, pêvajoya herîkandina Silopiya û Cizîrê ye û divê tevlîbûna gelê me jî li ser vî esasî çêbibe.

DIVÊ LI HER QADÊ BERXWEDANÊN BÊ NAVBER ÇÊBIBIN, CIWAN BIHERIKIN QADÊN BERXWEDANÊ

Em bang li tevahî gelê xwe û di serî de ciwanên welatparêz dikin. Ev bêdengiya li hember van qetlîaman nayê pejirandin. Divê her kes bikeve nav berxwedanek bê navber û ciwan biherikin qadên berxwedanê. Bi taybet mêtinger li Kurdistanê qetlîaman dikin , divê ciwanên me neçin dibistanên wan, protesto bikin, red bikin. Li Cizîr, Silopiya, Nisêbîn û kelhên berxwedanê yên din tevahî dibistan veguherandine qereqol û zindanên mirinê, divê ciwanên liseyî yên beşa herî dînamîk a ciwakê nekevin van avahiyên mirin û qetlîaman û helwesta pêwîst deynin holê. Pêwîst e ciwanên liseyî di vê pêvajoyê de rolên xwe bilizîn. Pêwîst e ciwanên liseyî yên paşerojê şoreşgerên girîng afirandiye di vê pêvajoya dîrokî de biherike qadên berxwedanê û dorpêçê bişkîne. Divê ji bo vê jî ciwanên lîseyî yên egîd ên li Êlih, Wan, Amedê bikevin nav tevgerê û mudaxeleyî pêvajoyê bikin. Bi heman şêwazî di serî de zaningehên ÎTU, ODTU, Yuzuncu Yil, Dicle, Çukurova tevahî lîse û zanîngeh bikevin nav tevgerê, çawa 68’an zanîngeh hatin dagirkirin û bûn kelhên berxwedanê, divê di heman tarzê de çalakî bên lidarxistin û herîkîn ji qadên berxwedanê re çêbibin, ji ber ku ev şoreşa gel e û ev pêvajoya ciwanan e. Eger em niha wezîfeyên xwe bicih neynin piştre em bixwazin jî dibe ku em nikaribin.

DIVÊ JIN LI DIJÎ ZILMÊ BERXWEDANÊ MEZIN BIKIN

Di serî de jinên ciwan ên li qadên berxwedanê yên li Kurdistanê di bin dorpêçê de ne tevahî jinên ciwan ên şoreşger, em banga li dijî zilma dewletê mezinkirina berxwedanê li wan dikin. Jinên ciwan ên hêviyên azadiyê yên gelê me îfade dikin, bi têkoşîna li gor mîsyona wan a pêşengiyê ve bi ruhê Berîvan, Besêyan ên di dîrokê de şop hiştine ve divê tevlî berxwedanê bibin, pêwîst e her qadê bikin eniya berxwedanê.

DIVÊ CIWAN HER CURE ÇALAKIYA LI METROPOLAN BIKIN

“Bı heman şêwazî divê gelê me yê li metropolan dijî û bi taybet ciwan li dijî qetlîaman xwedî helwest bin. Divê ciwan her cure çalakiya li metropolan bikin, ji ber ku rewa ye. Her qad divê bibe qada berxwedan û serhildanê. Welatê tê parastin ne tenê welatê yên mayî ne, divê li metropolan jî xwedî li Kurdistanê bê derketin.”