Mehmet Ergat û Zeynep Adil ên di salên 90'î de ji ber zexta cerdevaniyê qebûl nekirin û ji Hezexê koçî Nisêbînê kirin, anîn ziman ku ew ê li hemberî polîtîkayên koçberkirinê, xwerêveberiyê bixin meriyetê.
JI ZILMA DEWLETÊ REVIYAN
Gundê Deşta Darê yê ser bi navçeya Şirnex Hezexê, di salên 90'î de ji aliyê leşkeran ve hat şewitandin û mîna hemû gundiyan zexta cerdevaniyê li Ergat û Adil jî hat kirin. Adil û Ergat ên ku zilma dewletê ji her alî ve dîtine, cerdevanî qebûl nekirin û tevî malbatên xwe neçar man cih û warên xwe biterikînin. Malbatên ku koçî Taxa Firat a Nisêbînê kirin, hewl dan li vê derê jiyaneke nû ava bikin. Bi konsepta şer a hikûmeta AKP'ê ya li hemberî taxên xwerêveberiyê re cara duyemîn zexta koçberiyê li malbatên Ergat û Adil tê kirin. Malbatan bi xurtî xwedî li xwerêveberiyê derketin û cih û warên xwe ti carî neterikandin. Welatiyên ku ji destpêka êrîşan ve li dora xwerêveberiyan civiyane û li hemberî êrîşan li ber xwe didin, li hemberî polîtîkayên koçberkirinê destnîşan dikin, ku divê xwerêveberî bên bicihkirin.
'EM Ê CAREKE DIN KOÇ NEKIN'
Mehmet Ergat da xuyakirin ku dewletê tevî cerdevanan mal û gundê wan şewitandiye û anî ziman ku dema malên wan hatin şewitandin, bi tenê kincê li ser wan mabûn. Ergat da zanîn ku zexta cerdevanbûyînê li wan dihat kirin û got, "Gund û zeviyên me şewitandin. Dûre ji ber ku me cerdevanî qebûl nekirin, ji neçarî me koçî vir kirin. Em ji zilma wan reviyan û hatin vê derê. Li vir jî dest ji me neqerin. Dixwazin dîsa berê me bidin koçberiyê. Lê belê em ê dest ji berxwedana xwe bernedin. Dixwazin zarokên me, jinê me qetil bikin. Dixwazin ji ya salên 90'î xerabtir bînin serê me. Em ê ti carî koç nekin. Em ê ti carî dest ji berxwedana xwe bernedin."
'BI ZAROKÊN XWE RE EM LI PIŞT BENDAN IN'
Zeynep Adil jî da xuyakirin ku beriya niha ew ji zilma dewletê reviyabûn û got, "Bi salan em li xerîbiyê xebitîn. Me ked da, xwêdan rijand. Bi keda xwe re me ji xwe re xanî çêkir. Niha jî bi her şêwe çekan êrîş dikin. Qedexe diqede, lê dorpêçî naqede. Her şêwe şerê psîkolojîk li me tê kirin. Mîna salên 90'î dixwazin me ji vir derxînin. Ew çi dikin bila bikin em ê ji vir neçin. Bila xwîna me li ber mala me birije, ne li axeke din. Em ê ti carî xaka xwe neterikînin. Bi zarokên xwe re em li pişt bendan e. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin."