Belgeya îtiraf û qetlîaman: Ji dozgeran netirsin; dewleta me di tengasiyê de ye
Hat belgekirin, hemû qetlîamên sivîlan ên li Kurdistanê tê kirin ji aliyê dewletê ve tên pêkanîn.
Hat belgekirin, hemû qetlîamên sivîlan ên li Kurdistanê tê kirin ji aliyê dewletê ve tên pêkanîn.
Hat belgekirin, hemû qetlîamên sivîlan ên li Kurdistanê tê kirin ji aliyê dewletê ve tên pêkanîn. Belgeya girêdayî Fermandariya Hêzên Bejahiyê ji bo leşkeran gotin “Ji derketina pêşberî dozgeriyê netirsin”, fermana teqez çekan bikar bînin hate dayîn.
Belgeya dewleta Tirk a êrîşên qirkirina li ser Bakûrê Kurdistanê derket holê. Di belgeyê de bi awayek berbiçav fermana sivîlan qetil bikin hatiye dayîn, di belgeyê de îmzeya “Fermandariya 3. Tabûra Tank a 172. Alîkariya Femadariya Tûgaya Zirxî ya Fermandariya Hêzên Bejahî ya Cizîr/Şirnex.” Belgeya “Taybet ji bo Xizmetê” û jimara serî ya "84933840-3000-350-15" û mijarên di belgeyê de hatin diyarkirin “hemû personel ji bikaranîna çekan berpirsiyar in” cih digire. Ev belge di 30’ê Tirmeha 2015’an de hatiye amadekirin.
‘EGER HÛN ÇEKAN BIKAR NÎNIN PÊŞEROJA DEWLETÊ DIKEVE TEHLÛKEYÊ’
Di belgeyê de bi sernivîsa “Ji bo bikaranîna çekan a leşkeran hatiye şandin” bal kişandine ser ‘bila leşker ji lêpirsînan ne tirsin’. Di belgeyê de îfadeyên wiha cih girtin: “Leşkerên ku ditirsin bên pêşberî dozgeriyê û çekan bikar nînin, wê encamên giran bi xwe re bînin, ji ber vê sedemê em ê şehîdan bidin, yên ku çeka xwe bikar nînin, pêşeroja gel û dewletê dixin xeteriyê; xayînên welat, terorîstan û dijminên dewletê wê ji xwe bihêztir bibînin û divê ti kêliyê van gotina ji hişê xwe dernexin.”
‘JI DOZGERAN NE TIRSISIN!’
Di belgeyê de hat diyarkirin ‘Dewleta te di tengasiyê de ye’, van îfedayan cih girt:
“1- Bikaranîna çekan ji aliyê EK ve hatiye rêkirin.
2- Fermandarê Yekîneyan divê di karanîna çekan de dubare dubare berpirsiyariya xwe bikar bîne û nîşan bide.
3- Ji bo li hember hemû cûre zextan, sabotaj, tacîz û êrîşan teqez divê bersiv bê dayîn û hemû leşker bê agahdarkirin û bê nişandan.
4- Leşkerên ku ditirsin bên pêşberî dozgeriyê û çekan bikar nînin, wê encamên giran bi xwe re bînin, ji ber vê sedemê em ê şehîdan bidin, yên ku çeka xwe bikar nînin pêşeroja gel û dewletê dixin xeteriyê, xayînên welat, terorîstan û dijminên dewletê wê ji xwe bihêztir bibînin û divê ti kêliyê van gotinan ji hişê xwe dernexin.
5- Di encama êrîşeke li şûna bikevin tabûtan, bila tercîha bên pêşberî dozgeriyê ji bo hemû personelan bê dawerivandin.
6- Ji bo hemû personelan bê teyîdkirin, dewleta me di pêvajoyên giran re derbas dibe û ji hişê xwe dernexînin.