Li Silopiyayê li hember taxên berxwedanê yên di bin dorpêçê de, êrîş giran bûn
Li Silopiyayê hêzên dewleta Tirk ên yên taxên berxwedanê dorpêç kirine, malên welatiyên ku taxan naterikînin bi çekên giran bombebaran dikin.
Li Silopiyayê hêzên dewleta Tirk ên yên taxên berxwedanê dorpêç kirine, malên welatiyên ku taxan naterikînin bi çekên giran bombebaran dikin.
Li Silopiyayê hêzên dewleta Tirk ên yên taxên berxwedanê dorpêç kirine, malên welatiyên ku taxan naterikînin bi çekên giran bombebaran dikin. Her wiha hate diyarkirin ku dema wesayita zirxî ber bi Taxa Şehîd Harun ve diçû teqîneke pêk hatiye û gelek polîs û leşker birîndar bûne.
Li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê, êrîşên li hemberî berxwedana gel 22 roj in berdewam dike. Leşker û polîs ên Tirk ên ku nikarin berxwedana gel bişkînin, ji bo gel koçber bikin taxan topbaran dikin. Bi taybet taxên Barbaros, Karşiyaka û Şehîd Harun ji duh êvarî ve bi hewldanên komkujiyê re rû bi rû ne.
Her wiha li gor agahiyên ku hatine bidestxistin, dema wesayita zirxî ber bi Taxa Şehîd Harun ve diçû teqînek mezin rû da. Hate dîtin ku piştî teqînê gelek ambulans sewqî cihê bûyerê hate kirin û 2 helîkopter jî daketin qadê. Hate diyarkirin ku di encama teqînê de gelek leşker û polîs birîndar bûne.