Çeteyan li taxa Şêx Maqsûdê 3 sivîl birîndar kir

Êrîşên çeteyên El-Nusra û Ehrar El-Şam ên li hember Taxa Şêx Maqsûd a Helebê didomin. Di encama bombardûmanê de 3 sivîl birîdar bûn.

Êrîşên çeteyên El-Nusra û Ehrar El-Şam ên li hember Taxa Şêx Maqsûd a Helebê didomin. Di encama bombardûmanê de 3 sivîl birîdar bûn.

Çeteyên El-Nusra û Ehrar El-Şam êrîşên xwe yên bi topan û çekên giran ên li hember Taxa Şêxmeqsûd didomînin. Li aliyê din sekvanên çeteyan welatiyên sivîl dikin hedef. 

Ji ber topbarana çeteyan yek ji wan jin 3 sivîl birîndar bûn, ew rakirin navenda Heyva Sor a Kurd a li taxê.

Navên birîndaran wiha ne: “ Yûsif Mistefa (35), Edhem Hebeş (18) û Fatima Bekir (24)”

Şervanên YPG/YPJ’ê jî bersiva êrîşên çeteyan bi bandor didin.

Topbarana li ser taxê hê ji didome.