Însiyatîfa Gel a Botanê: Li Silopiyayê qetlîam tê kirin, divê hemû Kurd rabin ser piyan
Însiyatîfa Gelê Demokratîk a Botanê li hember mêtîngeriya li ser gelê Kurd bang li her kesî kir ku rabin serhildanê.
Însiyatîfa Gelê Demokratîk a Botanê li hember mêtîngeriya li ser gelê Kurd bang li her kesî kir ku rabin serhildanê.
Însiyatîfa Gelê Demokratîk a Botanê diyar kir ku gelê li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê ji çar aliyan ve hatiye dorpêçkirin, yek bi yek û kom bi kom tên înfazkirin. Însiyatîfê li hember mêtîngeriya li ser gelê Kurd bang li her kesî kir ku rabin serhildanê.
Însiyatîfa Gelê Demokratîk a Botanê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku gelê Kurd ê li hember faşîzma AKP’ê berxwedanek destanewarî dide meşandin, îro di kesayeta Silopiyayê de tê qetilkirin.
Însiyatîfa Gelê Demokratîk a Botanê wiha berdewam kir: “Ji niha û şûn de agahiyên bi tendurist ji Silopiyayê nayê bidestxistin. Faşîzma Tirk a mêtînger li hember berxwedana gel ti mafê exlaqî nas nake, îro gelê me yê li taxan, didin ber guleyên tank û topan, her cihê ku dikevinê jî ciwanên Kurd û gelê me bi hovane qetil dikin.” Însiyatîfê da xuyakirin ku li hember vê hovîtiya li Kurdistanê di destpêkê gelê Botanê, tevahî gelê li Kurdistan û Ewropa û hêzên demokratîk demildest rabin serhildanê, bê navber di astek bilind de bikevin nava çalakiyan û serî li hember hemû cure mêtîngeriya dewleta Tirk rake.
Însîyatîfa Gelê Demokratik a Botanê got ku ji bo ku faşizma AKP’ê bidin rawestandin pêwîst e her cih bibe wek dojehê û wiha berdewam kir: “ Li Silopiyayê, Cizîrê û Sûrê mafe jiyanê nadin Kurdan, pêwîst e mêtîngeriya AKP’ê li ti derê nikaribe bijî. Lê, dem ne dema daxuyaniyan û meşê ye, ji îro û pe vê kesên ku xwedî namûs, şeref û bawerî pêwîst e rabin ser xwe.
Kesên ku li hember vê zilmê ranebe, şaşitî û îxanetê dijî. Li Kurdistanê û metropolan divê her cih werin şewitandin. Gelê me yê li Ewropa jî pêwîst e bi lezgînî bikeve nava liv û tevgerê, her cihî dagir bike. Pêwîst e jiyan li her deverê raweste û serhildan mezin bibin. Li hember van qetlîamana kêliyek jî dem nîne. Ji îro û şûn de ti kes bila bangawaziyan neke û cihê lê dijîn serhildanê bilind bikin. Dema ku gelê me bê qetilkirin, eger em tiştekî nekin, ev jiyan li me heram be.”