KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Ji bo Şehîdên Eyn Îsa li Kobanê merasîma bi heybet
Welatiyên Kantona Kobanê cenzeyên 9 şervanên YPG’ê yên di 30’ê Kanûna 2015’an de di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser bajarokê Eyn Îsa jiyana xwe ji dest dan, li Goristana Şehîd Dicle ya li gundê Termîk oxir kirin. -
Li dijî Taxa Zap a Silopiyayê êrîşên dijwar/ HAT NÛKIRIN
Buroya Çapemeniyê ya HDP’ê da xuyakirin ku Taxa Zapê ya girêdayî navçeya Silopiya ya Şirnexê ji çar aliyan ve di bin êrîşa çekên giran de ye. -
Li Silopiyayê 6 cenaze hê li mal û mizgeftan tên ragirtin
Li Silopiyayê 17 kesên ku di nav de 3 zarok ên ji aliyê hêzên dewletaTirk ve hatin qetilkirin, cenazeyê 6 kesan ji ber êrîşan û qedexeya kolanan nehatine defnkirin, li mal û mizgeftan tên ragirtin. -
Li Grazê berxwedanên xwerêveberiyê hat silavkirin
Li bajarê Graz ê Avûstûrya îro qetlîamên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat protestokirin. -
Li Kopenhangê dewletaTirk hat protestokirin
Li paytext Kopenhag a Danîmarka bi armanca protestokirina êrîşên dewleta Tirk û silavkirina berxwedana xwrêveberiyê meşek hat lidarxistin. -
Artêşa Tirk dîsa Girê Spî gulebaran kir
Êrîşên artêşa Tirk ên li ser gundên Girê Spî dewam dikin. Leşkeran nuqteyên YPG’ê ên gundê Yabsê gulebaran kirin. -
Li Silopiyayê êrîşên artêşa Tirk zêde bûn
Li Silopiyayê terora dewleta Tirk di roja 20. de didome, êrîşên li dijî taxên berxwedêr zêde bûn. -
Koçberê Rojavayî li Aşkale di bin çavan de hat qetilkirin
Koçberê Rojavayî Dîlo Dervîş, li Navenda Paşde Vegerîna Aşkaleyê hat kuştin. -
Malbatên Oner û Sevîktek ên hatin qetilkirin ketin greva birçibûnê
Malbatên Îsa Oren û Mesût Sevîktek ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin û ev 11 roj in cenazeyên wan radestî malbatên wan nehatin kirin, ketin greva birçîbûnê. -
Dadgehê kedkarê tenduristiyê Yural 'sûcdar' ilan kir
Rêveberê Şaxa SES'ê yê Şirnexê Selahattin Barinç, ji ber qetilkirina kedkarê tenduristiyê Abdulaziz Yural şermezar kiribû hat binçavkirin. Barinç bi îdîaya "Pesnê sûc û sûcdar daye" îfade da û serbest hat berdan. -
Li Cizîr û Silopiyaye 2 cenaze anîn Şirnexê
Li Cizîr û Silopiyayê 2 kesên ku aliyê dewleta Tirk ve hatibûn qetilkirin ji bo otopsiyê anîn nexweşxaneya dewletê ya Şirnexê. -
YPS-Şirnex hat avakirin
Li dijî êrîşên li hember îradeya xwerêveberiya gel, li Şirnexê jî YPS’ê damezirandina xwe îlan kir, da xuyakirin ku wê li dijî êrîşan têkoşînê bilindtir bike. -
Li Sûrê êrîşên bi topan zêde bû
Li navçeya Sûrê êrîşên hêzên dewleta Tirk ên bi tank û topan zêde bû. Ji ber topbaranê li Taxa Dabanoglu li hin xaniyan şewat derket. -
YPJ’ê nasnameya şervaneke xwe ya jiyana xwe ji dest da aşkera kir.
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya şervaneke YPJ’ê ya ku di 28’ê Kanûnê de li Til Berekê jiyana xwe ji dest da ye, aşkera kir. -
Xizmên windayan: Ronahî nêzîk e; wê zalim têk biçin!
Komeleya Mafên Mirovan û xizmên windayan di çalakiyên li Amed û Êlihê de kom bûn û diyar kirin ku li hemberî hemû zilm û zorê jî ronahî nêzîk e. -
Hevşaredara Silopiyayê Esmer serbest hat berdan
Hevşaredara Silopiyayê Esmer a hatibû binçavkirin serbest hat berdan. -
Hêzên dewleta Tirk li Silopiyayê malên gel didize!
Li Silopiyayê hêzên dewleta Tirk malên gel ê ku rastî terora wan tê didizin. -
KCK: Mayîna li cihê xwe berxwedana herî mezin e
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir, ku dewleta Tirk dixwaze Kurdistanê ji mirovan xalî bike û bang li gelê li qadên berxwedanê ye kir, ku cih û warên xwe neterikîne. -
Li Cizîrê polîsên Tirk 2 welatî bi giranî birîndar kir
Li Cizîrê ya ku terora dewleta Tirk li dijî gel didome, tîmên taybet 2 kes birîndar kirin. -
TUHAD-FED: Em xwedî li deklarasyona xwerêveberiyê derdikevin
Federasyona Komeleyên Piştgiriya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAD-FED) bi daxuayniyekê ragihand ku ew xwedî li "deklarasyona xwerêveberiyê" ya ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ve hatiye weşandin derdikevin. -
Sariyildiz: Dewlet dixwaze Cizîrê bi temamî vala bike
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz anonsa polîsên Tirk a digotin, 'vala bikin, naxwe em ê çeka kîmyewî bi kar bînin' bibîr xist û destnîşan kir, ku armanca dewletê bi temamî valakirina Cizîrê ye. -
Komeleya Alîkariya bi Rojava ji bo qadên xwerêveberiyê kampanya alîkariyê da destpêkirin
Komeleya Alîkariya bi Rojava re, ji bo navçeyên xwerêveberiyê yên rastî êrîşên giran ên dewleta Tirk tên, kampanya alîkariyê da destpêkirin. -
Cenazeyê Taşkin di roja duyemîn de rakirin nexweşxaneyê
Cenazeyê Cabbar Taşkin (40) ê ku li Cizîrê ji aliyê dewletê ve hat qetilkirin û ji ber êrîşên hêzên dewletê nikarîbû bihata rakirin, di roja duyemîn de derfet çêbû ku gel cenaze bibe nexweşxaneyê. -
Ji DEM-GENÇ'ê banga berxwedana topyekûn
DEM-GENÇ Nisêbînê li ser dorpêçî û êrîşên dewletê daxuyaniyek weşand û banga berxwedana topyekûn kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ciwanên Kurd wê ti carî ji têkoşînê venegerin." -
'Bi têkoşîneke yekbûyî re pêşî li êrîşên DAIŞ'ê dikare bê girtin'
Partiya Ji nû ve Rizgariyê ya Sosyalîst, di daxuyaniya xwe ya li ser êrîşên xwekujî yên li Qamişloyê de destnîşan kir, ku pêwîstî bi têkoşîneke yekbûyî ya gel heye.