Li Sûrê êrîşên bi topan zêde bû
Li navçeya Sûrê êrîşên hêzên dewleta Tirk ên bi tank û topan zêde bû. Ji ber topbaranê li Taxa Dabanoglu li hin xaniyan şewat derket.

Li navçeya Sûrê êrîş û dagirkirina hêzên dewleta Tirk di roja 32'an de didome. Hêzên dewletê bi tank û topan êrîşên li dijî Taxa Dabanoglu zêde kir. Hêzên dewleta Tirk bi tankan êrîşî avahiyên li nêzî dibistana Suleyman Nazifê kir û di xaniyên avahiyên bilind de şewat derket. Welatî ji ber êrîşan nikarin ji malên xwe derkevin, nikarin mudaxaleyî şewatê jî bikin.
Li heman taxê ji ber êrîşên hêzên dewletê yên bi tank û topan, 2 welatî birîndar bûn.