Ji DEM-GENÇ'ê banga berxwedana topyekûn
DEM-GENÇ Nisêbînê li ser dorpêçî û êrîşên dewletê daxuyaniyek weşand û banga berxwedana topyekûn kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ciwanên Kurd wê ti carî ji têkoşînê venegerin."
DEM-GENÇ Nisêbînê li ser dorpêçî û êrîşên dewletê daxuyaniyek weşand û banga berxwedana topyekûn kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ciwanên Kurd wê ti carî ji têkoşînê venegerin."
DEM-GENÇ Nisêbîn û Jinên Ciwan ên Demokratîk ên Azad, li ser polîtîkayên şer û êrîşên dewletê yên li Sûr, Cizîr, Silopiya û tevahiya bajarên Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku şerxwaz dixwazin herêmeke ku di pirtûkên pîroz de weke bihuştê tê binavkirin, veguherînin dojehê û hat gotin, "Eger hûn qîrîna mirovan a li ser vê xakê bilind dibe nabihîzin, wê demê mirovahiya xwe ji nû ve binirxînin. Naxwe yê winda bike wê ne tenê Kurd be, tevahiya mirovahî wê winda bike."
EM Ê LI SER ŞOPA RÊBERÊ XWE BIN
Di daxuyaniyê de banga berxwedana topyekûn li gelê Kurd û ciwanên Kurd hat kirin û hat gotin, "Li Cizîr, Nisêbîn, Kerboran, Sûr û Silopiyayê zarokên hînê ji dayik nebûne jî tên qetilkirin. Bila AKP vê baş bizanibe; ew ê negihêje armanca xwe. Gelê Kurd ev 40 sal in li ber xwe dide û wê her li ber xwe bide. Em ne ji tankan, ne ji topan ne jî ji leşkerên wan ditirsin. Weke ciwanên Kurdistanê heta ku Rêberê me azad bibe, em ê ji serhildanê venegerin û her tim li ser şopa Rêberê xwe bin. Em bang li tevahiya gelê Kurd û ciwanên Kurd dikin ku rabin berxwedana topyekûn."