Li dijî Taxa Zap a Silopiyayê êrîşên dijwar/ HAT NÛKIRIN

Buroya Çapemeniyê ya HDP’ê da xuyakirin ku Taxa Zapê ya girêdayî navçeya Silopiya ya Şirnexê ji çar aliyan ve di bin êrîşa çekên giran de ye.

Buroya Çapemeniyê ya HDP’ê da xuyakirin ku Taxa Zapê ya girêdayî navçeya Silopiya ya Şirnexê ji çar aliyan ve di bin êrîşa çekên giran de ye. Navenda Çapemeniya HDP’ê ragihand ku li taxê nêzî hezar kesî heye û her derê taxê bi tankan tê bomberdûmankirin, wiha dewam kir: “Taxa Zap a Silopiya ku nêzî hezar welatî lê dijîn, ji çar aliyan ve di bin êrîşeke giran de ye. Cihekî ku gel derkevê tineye. Xendek hebe an tinebe, her derê taxê bi tankan tê bomberdûmankirin. Mirov tê û birçî xwe avêtine bodrûmên malên xwe û destûra çûyin û hatinê nayê dayin.”

Li dijî Taxa Barbaros a sîlopiya jî êrîş dest pekirin.