'Bi têkoşîneke yekbûyî re pêşî li êrîşên DAIŞ'ê dikare bê girtin'
Partiya Ji nû ve Rizgariyê ya Sosyalîst, di daxuyaniya xwe ya li ser êrîşên xwekujî yên li Qamişloyê de destnîşan kir, ku pêwîstî bi têkoşîneke yekbûyî ya gel heye.
Partiya Ji nû ve Rizgariyê ya Sosyalîst, di daxuyaniya xwe ya li ser êrîşên xwekujî yên li Qamişloyê de destnîşan kir, ku pêwîstî bi têkoşîneke yekbûyî ya gel heye.
Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Ji nû ve Rizgariyê ya Sosyalîst, li ser êrîşên xwekujî yên 30'ê Kanûnê yên li Qamişloyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku êrîşa DAIŞ'ê ya li hemberî gelên Asûrî/Suryanî/Keldanî ya li Qamişloyê, êrîşek li dijî vejîna gelên tine hatine hesibandin e.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Gelên Asûrî/Suryanî/Keldanî yên di her serdema dîrokê de ji aliyê hin desthilatdarên zalim ve li vê xakê hatin qetilkirin, sirgûnkirin û asîmîlekirin, di vê serdema tarî de xwe ji nû ve birêxistin dikin û di vî warî de gavên ber bi ronahiyê ve diavêjin.
Gelên Asûrî/Suryanî/Keldanî baxçeyên biharê li Bethnahrînê ji nû ve şîn dikin. Hewl tê dayîn ku bi rijandina xwînê re ev baxçeyên biharê li Nînova, Xabûr û Qamişloyê ji holê werin rakirin, bê fetisandin.
Her çend hêza ku ev komkujiya li hemberî gelên me kiriye DAIŞ e jî, em dizanin ku zîhniyeta pişt wan, dîktatoriyên mezhebî Tirkikye, Erebîstana Siûdî û Qatar in, ku wan xwedî dikin û hêzên sermayeyê yên herêmî û global in."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku yekane rêya hesabpirsîna ji van desthilatdarî û navendên tarî, afirandin û mezinkirina têkoşîna yekbûyî ya gelan e û hat ragihandin ku ew li cem Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê û têkoşîna azadî û wekehvî ya gelên Asûrî/Suryanî/Keldanî ne.