KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Gundê ku çeteyan jê êrîşî Efrînê dikirin hat rizgarkirin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) gundê Tinib ê girêdayî Ezazê ji çeteyên El-Nûsra û Ehrar El-Şam, rizgar kirin. -
Yuksekdag û Demîrtaş wê îro li Şirnexê bin
Meclîsa Gel a Demokratîk a Şirnexê bang kir ku Hevserokên HDP'ê bi awayekî girseyî werin pêşwazîkirin. -
Li Cizîrê êrîş giran bûn: Sivîlek hat qetilkirin
Li Cizîrê, ku terora dewletê di roja 19. de lê dewam dike, Cabbar Taşkin ê 40 salî li ber mala xwe bû hedefa hêzên dewletê. Taşkên ê ji ber giraniya êrîşan li cihê lê birîndar bû nikarîbû bê rakirin, jiyana xwe ji dest da. -
Dîcle: Deklarasyona me pêşniyarek li dewletê ye
Hevserokê KCD'ê Dîcle da xuyakirin ku deklarasyona wan pêşniyarek li dewletê ye. Dîcle diyar kir ku divê ev deklarasyon rast bê fêmkirin û got, "Pêwîste aqlê dewletê, bi taybetî hikûmet vê yekê baş binirxîne." -
Li Cizîr û Sûrê gelek tîmên taybet hatin kuştin
Di çalakiyên duh bi şev ên li Cizîr û Sûrê de gelek tîmên taybet ên Tirk hatin kuştin. -
Gerîla û berf
Sala 2015'an saleke ku êrîşên giran li hemberî gerîla hat kirin, bû. -
Li Bajarê Antîk destûr ji 'Qereqol'ê re hat dayîn
Serokê Odeya Endezyarên Jeolojî ya Amedê Harûn Yalçinkaya diyar kir ku Desteya Herêmê ya Parastina Hebûneyên Çandî ya Amedê destû daye ku li ser Bajarê Antîk Dakyanûs ku di Asta 1. de Qada Sîtê ye qereol were çêkirin. -
YBŞ: Sala nû wê bibe sala serketina gelan
Fermandariya YBŞ'ê di peyama xwe ya ji bo sala nû de ragihand, ku heta bihostek xaka wan di destê çeteyan de bimîne, ew ê nesekinin û destnîşan kir, ku di sala nû de ew ê berxwedan û têkoşîna xwe mezintir bikin. -
Ok: Sala 2016’an ji bo Rêber Apo û gelê me sala azadî û serketinê ye
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok destnîşan kir ku dema ew rastiya gelê kurd û rewşa dewleta dagirker a Tirkiyeyê dide berçavan sala 2016’an weke sala qederê ye û got, "Sala 2016 ji bo Rêber Apo û gelê me sala azadiyê û serketinê ye." -
Di meşa Sûrê de 24 kes hatin binçavkirin
Di roja 30'emîn a terora dewleta Tirk a li ser Sûrê de, bi hezaran kes meşiyan. Polîsan êrîşî girseyê kir û 24 kesên beşdarî meşê bûn bi lêdanê binçav kirin. -
MÛB êrîşên li Qamişloyê şermezar kir
MÛB:“Hêzên herêmî û navneteweyî yên li pey DAIŞ û rêxistinên cîhadperest, bi awayekî aşkera avakirina projeya jiyana hevpar a gelê me û gelên bindest bi awayekî dijminane kirine hedef.” -
Meşa DBP, HDP, HDK, DTK û KJA ya ber bi Botanê ve destpê kir.
Meş girseyî ya di pêşengtiya DBP, HDP, HDK, DTK û KJA ya li Amedê kom bûn, ber bi Botanê ve ketin rê. -
Polîsên Tirk li Silopiyayê ciwanek revand û înfaz kir
Polîs û tîmên taybet ên nikarin berxwedana xwerêveberiyê têk bibin, vê carê înfazan dikin. Ciwanê 18 salî Necatî Oden ê dema ji mala xwe çû mala cîranan, ji aliyê polîsên Tirk ve hat revandin. -
Artêşa Tirk bi çeteyan re êrîşî Girê Spî dike
Dewleta Tirk şevê din careke din êrîşî bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê kir. -
‘Qetlîamên li Sîlopiyê, Cizîr û Sûrê berdewama Roboskiyê ne’
Malbatên Roboskiyan di 209. hefteya qetlîamê de hatin gel hev û lêgerîna xwe ya edalê didomînin. -
Karayilan: 2016 wê ji bo gelê me û têkoşîna me bibe sala qederê
Endamê Komîteya Rêveber ê PKK’ê Murat Karayilan nirxandinên girîng ji radyoya Dengê Kurdistan re kir. -
KCK: Di 2016’an de wê berxwedanek fedaî ya li cîhanê nehatiye dîtin bê raberkirin
KCK: Tevgera Azadiya Kurd heta îradeya mêtîngeriya qirker bişkîne wê berxwedana xwe bi biryarî bimeşîne. Di 2016’an de wê berxwedanek fedaî ya li cîhanê nehatiye dîtin bê raberkirin. -
Êrîşên qirkirinê ajokar jî bandor kirin
Ji ber êrîşên qirkirinê li ser 10 hezeran ajokarê TIR’an li Deriyê Sînor ê Xabûrê tê sekinandin. UND bang kir ku maxdûriyeta ajokaran bi dawî bikin. -
Yên di teqîna li Qamişlo de jiyana xwe ji dest dan bi merasîmê spartin axê
18 kesên ku duh li Qamişloyê di êrîşa bombeyî de jiyana xwe ji dest dan spartin axê. -
Yuksekdag: Eger em bisekinin em ê bimirin, em ê li ber xwe bidin!
Yuksekdag der barê êrîşa polîsan a li hemberî meşa ber bi Sûrê ve daxuyaniyek da çapemeniyê. -
Ji bo Rêzan Baran li Hezexê mewlûd hat dayîn
Ji bo Rêzan Baran ê li Kerboranê ji ber gulereşandina leşkeran di wesayîtê de tevî 3 gerîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest da, li Hezexê mewlûd hat dayîn. -
Ji xal û xwarzî 18 roj in agahî nayê girtin
Li Silopiyayê zarokê bi navê Mûrat Arpe yê 11 salî û xalê wî yê navê wî nehat hinbûn ev 18 roj in agahî ji wan nayê wergirtin. -
Li Nisêbînê, ji maşînên zirxî gule li gel hatin reşandin
Li Nisêbînê, hêzên dewleta Tirk ji maşînên zirxî gule berdan gelê ku bendên xweparastinê zexm dikir. -
Li Silopiyayê êrîş dijwar bûn
Li taxên Nûh, Cûdî û Başak ên Silopiyayê êrîşên dewleta Tirk di roja 18. de giran bûn. Berxwedana gel jî li hemberî êrîşan didome. -
YDG-H: Rêxistinbûyîna YPS'ê hêzeke girîng a serketinê ye
YDG-H da xuyakirin ku ew rêxistinbûyîna YPS'ê weke gaveke erênî ber bi pêş ve dibînin û got, "Em li pişt vê îlanê ne û rêxistinbûyîna YPS'ê weke hêzeke girîng a serketinê dibînin, ku wê têkoşîna me bilindtir bike."