BI DÎMEN

Dîcle: Deklarasyona me pêşniyarek li dewletê ye

Hevserokê KCD'ê Dîcle da xuyakirin ku deklarasyona wan pêşniyarek li dewletê ye. Dîcle diyar kir ku divê ev deklarasyon rast bê fêmkirin û got, "Pêwîste aqlê dewletê, bi taybetî hikûmet vê yekê baş binirxîne."

Hevserokê KCD'ê Dîcle da xuyakirin ku deklarasyona wan pêşniyarek li dewletê ye. Dîcle diyar kir ku divê ev deklarasyon rast bê fêmkirin û got, "Pêwîste aqlê dewletê, bi taybetî hikûmet vê yekê baş binirxîne."

Dîcle diyar kir ku gelên Kurdistan û Tirkiyeyê bi xeteriyeke mezin re rû bi rû ne û da zanîn, ku eger bi têkoşîna gelên Tirkiyeyê re pêşî li vê konsepta şer neyê girtin, ev rewş wê rê li ber karesateke gelekî mezintir veke. Dîcle ragihand, ku deklarasyona wan a xweseriya demokratîk, tê wateya pêşniyarek ji bo pêşîgirtina li vê xeteriyê.

DIVÊ DEWLET MAFÊN KU XESP KIRIYE, RADESTÎ CIVAKÊ BIKE

Dîcle anî ziman ku ew pêşniyarekê li dewletê dikin û got, "Em dibêjin; ey dewlet di mijarên perwerde, tenduristî, çandinî, bac û hwd. de hemû mafên ku te ji gelê Kurd xesp kiriye, wan mafan ne tenê ji bo gelê Kurd radestî hemû gelên Tirkiyeyê, radestî civakê bike. Bila civak pirsgirêkên xwe nîqaş bike û çareser bike. Ev yek nayê wateya cihêkariyê. Mîna ku Rêbertî jî di parêznameyên xwe de timî dibêje; nayê wateya hilweşandina dewletê yan jî bêdewlethiştinê. Ev yek pêwîstiya formulasyona dewleta bi demokrasî ye, ku ji aliyê Rêbertî ve tê pênasekirin."

Dîcle bibîr xist, ku demokrasî xwebirêvebirina gel û got, "Yanî em bêjin perwerde heye. Daxwaza me ya li ser pewerdeya bi zimanê dayikê, gelo ne daxwaza bingehîn a hemû fraksiyonên Kurd ên siyasî ye? Ji aliyê herî rast heta aliyê herî çep, daxwaza hevpar e. Daxwaza Kurdan a jê neveger e. Em ji dewletê re dibêjin; em naxwazin tu vê pirsgirêkê çareser bike. Em dixwaze tu tenê wê erkê bide me, em li qada herêmî Kurd, Ereb, Suryanî, Tirkmen kî hebin li Herêmên Xweser, ku em van herêman ne tenê ji bo Kurdistanê dixwazin, em ê bi xwe çareser bikin û jiyanê birêxistin bikin. Em vê pêşniyarê ji bo tevahiya Tirkiyeyê dikin. Bila ev hemû pirsgirêkên xwe yên ziman bi xwe nîqaş bikin, zimanên wan di destûra bingehîn de bên qebûlkirin û mijara perwerde û mufredatê li gorî taybetmendiyên wê herêmê bên amadekirin. Bi taybetî li vê derê li Mîdyatê Suryanî hene, bila mufredatek li gorî zimanê wan bê amadekirin. Divê mufredatek ku dîrok, zimanê wan hînî mirovên me yên din jî dike bê amadekirin. Ji bo Tirkiye bi temamî nekeve nava aloziya 3. Şerê Cîhanê ya li Rojhilata Navîn, em vê pêşniyarê dikin. Em pêşniyar dikin û me şênber kirin. Eger dewlet bi rastî jî vê pêşniyarê bi awayekî cidî binirxîne û di vî warî de gavê biavêje, wê cazîbeya demokrasiyê ya Tirkiyeyê li Rojhilata Navîn û Cîhanê bilind bibe. Modela li vir were afirandin, wê ji tevahiya Rojhilata Navîn re bibe mînak, ji bo çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn wê mîna laboratûvarekê be. Di rewşeke berevajî de wê bibe sedema karesatekê."

EGER DEKLERASYON NIHA NEYÊ NIRXANDIN, DIBE KU PIŞTRE DERENG BE

Hevserokê KCD'ê Dîcle da zanîn, ku eger deklerasyona neyê nirxandin wê her kes zerarê bibîne û got, "Lê di dawiya dawî de Kurd wê ji sedî sed bi ser bikevin. Dewlet wê bi ser nekeve. Gel wê bi ser bikeve. Ji ber ku li cîhanê gelekî ji bo azadiyê şer dike û bi ser neketiye, nehatiye dîtin. Dibe ku em şer winda bikin, di dema bihurî de gelek îsyan hatin tepiandin, lê belê têkoşîna gelê Kurd hat qedandin? Na. Lewma divê ev deklerasyon baş were fêmkirin. Girîng e aqlê dewletê, bi taybetî hikûmet bi awayekî cidî fêm bike. Eger em heta demekê pêşî li rûdana vê rewşa aloz negirin, dibe ku ev pêşniyar jî êdî derbasdar nebe. Ji ber ku eger qutbûn destpê bike, ku hînê em ber bi sînorê wê ve diçin, qutbûn çênebûye, lê eger sibe ev yek pêk were, wê asteke neyê kontrolkirin rû bide. Em vê naxwazin, lê belê eger tiştekî bi vî rengî pêk hat, hingî ev pêşniyar bêtesîr dimîne û derbas nabe."

WERIN EM PÊVAJOYA MUZAKEEYA DEMOKRATÎK BIDIN DESTPÊKIRIN

Dîcle diyar kir, ku ew dibînin ev şer, ev xeteriyên mezin, ev rêya şîdetê wê li nava tevahiya civakê, li nava tevahiya xaka Tirkiyeyê belav bibe, lewma ew vê pêşniyarê dikin û got, "Ev rê wê bi xwe re zerarê bîne. Rêyek bi kêrî gelên me nayê. Ji ber vê yekê em dibêjin ku divê ji vê rêyê derkevin. Lewma pêşniyara me, deklerasyona me heye. Ev pêşniyareke, ji rexne û nîqaşê re vekirî ye. Em nabêjin ilehî me biryar girtine hûnê jî li gorî wê tevbigere. Werin bi rêyên demokratîk em ji nû ve dest bi hevdîtinan û pêvajoya muzakereyek demokratîk a bi azadiya Rêbertî re bikin. Ev yek bi kêrî gelên me tê. Polîtîkaya bi ser ketina her du aliyan bi ev e. Rêya li derveyî vê ne aqilane ye. Divê mirov di wê rê de nemeşin."