Ji bo Rêzan Baran li Hezexê mewlûd hat dayîn
Ji bo Rêzan Baran ê li Kerboranê ji ber gulereşandina leşkeran di wesayîtê de tevî 3 gerîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest da, li Hezexê mewlûd hat dayîn.
Ji bo Rêzan Baran ê li Kerboranê ji ber gulereşandina leşkeran di wesayîtê de tevî 3 gerîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest da, li Hezexê mewlûd hat dayîn.
Li gundê Mêrane yê ser bi navçeya Mêrdîn Kerboranê, di 26’ê Kanûnê leşkerên Tirk gule li wesayîtekê reşandin. Di gulereşandinê de tevî 3 gerîlayên HPG'ê welatiyekî sivîl ê bi navê Rêzan Baran jiyana xwe ji dest da. Ji bo Baran li Hezexê mewlûd hat dayîn.
Mewlûd li mizgefta taxa Tûrgût Ozal hat dayîn. Hevşaredarên Hezexê, MEYA-DER, rêveberên rêxistina HDP û DBP û gelek kes beşdarî mewlûdê bû.
Piştî deqeyek rêzgirtinê bavê Rêzan Baran Mehmet Baran axivî û nerazîbûn nîşanî terora dewletê da. Bav Baran banga xwedîderketina li berxwedanê kir. Baran got: “Ji zilmê revîn kesî rizgar nake, her kesê dewlemend û hejar bi rûh û malên xwe divê li hember vê zilmê rabe ser piyan." Ji ber qedexeya li Kerboranê xizmên Baran nekarîn beşdarî merasîmê bibin û bi rabûna qedexeyan re hatin Hezexê beşdarî mewlûdê bûn.