KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Dr. Gulpî: Tirkiye dixwaze ji aliyê leşkerî û siyasî ve Başûrê Kurdistanê dagir bike
Siyasetmedarê Kurd û rewşenbîr Dr. Fayîp Gulpî da xuyakirin ku Tirkiye dixwaze ji aliyê leşkerî Û siyasî ve Başûrê Kurdistanê dagir bike. -
Yuksekdag: AKP êdî ne mûxatabê gelê me ye
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag destnîşan kir, ku ji dema qelibandina maseya muzakereyê û pê ve êdî hikûmeta AKP'ê ne mûxatabê gel e û diyar kir ku ji bo qezenckirina siberojê ew ê bi hemû hêza xwe re îro têbikoşin. -
Li Cizîrê Ûmût ê 7 salî bi guleya polîsan ji lingê xwe birîndar bû
Li Cizîra Botan ku terora dewletê û berxwedana li dijî wê di roja 20. de ye, polîsan careke din zarok hedef girtin. Ûmût Geçît ê 7 salî ji ber guleya polîsên Tirk ji lingê xwe birîndar bû. -
Eren: Dadgeha Destûra Bingehîn bûye xizmetkarê şer!
Parêzer Serhat Eren nerazîbûn nîşanî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn da, ku serlêdana ji bo rakirina "qedexeya derketina derve" red kir û anî ziman ku dadgeh bûye xizmetkarê şer. -
Hevşaredara Silopiyayê Esmer hat binçavkirin
Hevşaredara Silopiyayê Emîne Esmer û xebatkarê şaredariyê Cemal Yîgît ji aliyê polîsên tevgera taybet ên Tirk ve hatin binçavkirin. -
Cenazeyê Taşkin ê hat qetilkirin ev 2 roj in li malê ye
Cenazeyê Cabbar Taşkin (40) ê pêr li Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin, ji ber terora dewletê dewam dike, nikare bê rakirin. -
6 ji çeteyên êrîşî Tinibê kirin hatin kuştin
Ji çeteyên hewl dan êrîşî gundê Tinib ê li başûrê Ezazê yê duh hat azadkirin bikin, 6 hatin kuştin. -
Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê: Em biherikin qadên berxwedanê û tevlî YPS'ê bibin
Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê diyar kir ku desthilatdariya AKP'ê li dijî gelê Kurdistanê yekser polîtîkayeke komkujiyê dimeşîne û bang li gelê Kurdistanê kir ku cihê xwe li navendên berxwedanê bigire. -
Li dijî tank û topên dewletê Cizîr ev 20 roj in li ber xwe dide
Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi tank û toban, gelê Cizîrê ev 20 roj in li ber xwe dide. Hêzên dewletê di heman demê de depoyên avê, xaniyan û trafoyên elektrîkê hedef digirin. YPS jî bersivê dide êrîşan. -
Li Nisêbînê maşîna zirxî bi roketê hat îmhakirin
Li Nisêbînê, ku êrîşên dewletê hînê lê didome, maşîneke zirxî bi roketê hat îmhakirin. -
'Li dijî înkar û tinekirina topyekûn, dem dema berxwedana topyekûn e'
Beştaş da xuyakirin, ku li dijî gelê Kurd konsepteke înkar û tinekirinê ya topyekûn tê meşandin û got, "Di vê demê de mafê kesî nîne ku bi tenê lê temaşe bike û li bendê bisekine. Li dijî înkar û tinekirina topyekûn, berxwedaneke topyekûn divê." -
Perspektîfa Tirk, Sûnî, Îslam têk çûye
Arslan got, "Otorîteya siyasî ya ji navenda Enqereyê, ku bi salan hewl da bi nêzîkatiyên asîmîlasyon, mîlîtarîst û zayendîparêz re kontrolê li ser vî gelî bike, di roja îro de bi nivîsên xwe yên li ser textan re vê yekê bilêv dike." -
Nasnameya zarokê li Sûrê hat qetilkirin diyar bû
Hat hînbûn ku zarokê 16 salî yê di 30'ê Kanûnê de li navçeya AMed Sûrê ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye qetilkirin, Ramazan Ogut e. -
Çagli: Apê min dema destnimêj digirt bi guleya topê birîndar bû
Dorpêçî û êrîşên li Cizîrê di roja 20. de dewam dikin. Derket holê ku Nûrettîn Çagli yê 64 salî li taxa Cûdî bi topa hêzên dewleta Tirk birîndar bûye. -
Ji leşkeriyê fîrar kir û tevlî nava refên PKK'ê bû
Fîraz Botan ê ji nava leşkeriya Tirk reviya û tevlî nava refên gerîla bû got, "Di pêvajoyeek bi vî rengî ya şoreşê de, ku berxwedana xwerêveberiyan heye, divê ciwan ji bo parastina gelê xwe tevlî nava refên gerîla bibin." -
Amed: Eger êrîş zêde bibin, em ê destwerdana li bajaran nîqaş bikin
Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Delal Amed da xuyakirin, ku li hemberî êrîşên di sala 2015'an de hatin kirin, jinan berxwedaneke mezin nîşan dan. -
Terora girtinê ya AKP’ê didome
Terora girtin û binçavkirinê ya di pêşengiya AKP’e û Qesrê de li Kurdistan û Tirkiyeyê pêk tê di roja yekemîn a sala nû de dewam dike. -
Însiyatîfa Gelê Botanê: Li Silopiya û Cizîrê amadekariyên qetlaîmê tên kirin
Însiyatîfa Gelê Demokratîk ê Botanê destnîşan kir ku Cizîr, sembol û hêviya berxwedana mirovahiyê ya bi hewldanên pelçiqandinê re rû bir û ye. -
DMME îzahata lezgînî ji Tirkan dixwaze
DMME têkildarî komkujiyan de bi lezgînî îzahat ji Tirkiyeyê xwest -
Li Cizîrê polîsên Tirk 2 jinên din birîndar kirin
Ji ber dijwariya êrîşan Cabbar Taşkin (40) ê ji aliyê hêzên dewleta Tirk hat qetilkirin hê ji cihê hatiye qetilkirin nehatiye rakirin, jinên bi navê Nazli Îpek Ugur û Mîne Çagrici jî ji ber gulebarana polîsan birîndar bûn. -
Balefireke çeteyan a keşfê hat xistin
Li derdora gundê Keştear ê girêdayî herêma Ezazê di navbera Hêzên Arteşa Şoreşgeran û çeteyên El-Nusra û Ehrar El-Şam de pevçûnê rû didin. -
Li Evry dewleta Tirk hat protestokirin
Polîtîkayên êrîş û qetlîamê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê li bajarê Evry yê Fransa hat protestokirin. -
Li dijî êrîşên dewleta Tirk ABF grevên birçîbûnê li tevahî Tirkiyeyê belav dike
Çalakiya greva birçîbûnê ya ABF’ê ya li dijî qetlîamên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê ji bo 3 rojan dabû destpêkirin, wê ji sibehê û şûn de li tevahî saziyên Elewî û malên cem bi awayekî bêdem, dorveger bidomîne. -
Ji bo protestokirina qetlîaman ketin behrê
Terora AKP’ê yên li ser bajarên Kurdistanê piştî îlankirinên xwerêveberiyên li Kurdistanê bi şêwazekî ne asayî ve li Italya hat protestokirin. -
Serhed di bin berfê de ma
Li bajarên Wan, Îdir, Agirî, Mûş û navçeyên girêdayî wan ji ber berfa bê navber dibare jiyan rawestiya. Ji ber berfê bi sedan gund û gundikan re têkilî hat birîn û gelek riyên navendî yên bajaran jî hatin girtin.