Li Nisêbînê maşîna zirxî bi roketê hat îmhakirin
Li Nisêbînê, ku êrîşên dewletê hînê lê didome, maşîneke zirxî bi roketê hat îmhakirin.
Li Nisêbînê, ku êrîşên dewletê hînê lê didome, maşîneke zirxî bi roketê hat îmhakirin.
Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, her çend "qedexeya derketina derve" di 24'ê Kanûnê de hat rakirin jî, êrîşên hêzên dewletê dewam dikin. Li navçeya ku berxwedana gel jî gav bi gav mezin dibe, duh bi şev saet di 02:00 de li hemberî maşîneke zirxî ya li nêzî nexweşxaneya berê sekinîbû, çalakiyeke bi roketan hat lidarxistin. Di encama êrîşê de ev maşîna zirxî ya bi tîma kobra ket rewşeke welê ku nema karibe bê bikaranîn. Li ser hejmara kuştî û birîndaran agahiyek zelal nehat bidestxistin.
Li aliyê din, maşîneke zirxî jî danê sibehê gule li taxên Abdulkadîrpaşa û Firatê reşand.