Alîkara Hevserokên HDP'ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku li dijî gelê Kurd konsepteke înkar û tinekirinê ya topyekûn tê meşandin û got, "Di vê demê de mafê kesî nîne ku bi tenê bişopîne, lê temaşe bike û li bendê bisekine. Divê li dijî înkar û tinekirina topyekûn, berxwedaneke topyekûn bê nîşandan."
Li ser êrîşên çeteyên AKP'ê û berxwedana gelê Kurd a li hemberî van êrîşan, em bi Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP'ê û Parlamentera Edeneyê Meral Daniş Beştaş re axivîn.
'AKP DESTHILATDARIYEKE KUJERÊ PITIKAN E KU LI DIJÎ CENAZEYAN JÎ ŞER DIKE'
Beştaş da xuyakirin ku dewlet hewl dide gelê Kurd bi komkujiyê 'terbiye' bike û destnîşan kir, ku bi taybetî êrîşên bi tank, top, helîkopter û çekên giran ên li dilê Amedê navçeya Sûrê nayê qebûlkirin.
Beştaş da xuyakirin ku beriya îlana xwerêveberiyan, goristan, malên cem û mizgeft ji aliyê dewletê ve hatine bombekirin û da zanîn ku ev êrîş ji aiyê Serokkomar Erdovan ve hatine parastin. Beştaş bal kişand ser vê rewşa tirsnak û got, "Li holê desthliatdariyek heye ku li hemberî cenazeyan şer dike, cenazeyan li morgan radigire, nahêle cenaze ji naverastê bên rakirin, li pişt panzeran girê dide û bi erdê ve dikişîne; li bedena jinê mîna Ekîn Wan îşkenceyê dike û teşhîr dike, pitikan qetil dike. Ev ne rewşeke lokal e û ne jî li tenê çend cihan qewimiye. Ev hemû encama heman mejî ne û bi heman biryara hevpar bi cih tên anîn e. Ti kes nikare van ji hev cuda binirxîne. Pêkanînên li Cizîrê û yên li Sûrê ji hev cuda nînin. Ev hemû bi biryarên ji navendekê ve tên kirin."
Beştaş da zanîn ku tevî van pêkanînên li dijî mirovahiyê, bi rêya navgînên çapemeniyê jî şerekî psîkolojîk û kirêt li hemberî gelê Kurd tê meşandin û got, "Bi vî şerê psîkolojîk re dixwzin pêkanînên xwe binixumînin. Rojavayê welêt jî ji ber ku bi giranî van navgînên çapemeniyê dişopîne, haya xwe ji rastiyên li Kurdistanê nîne."
'NEPÊKAN E KU GELÊ KURD ÊDÎ BÊSTATU BIJÎ'
Beştaş diyar kir ku weke HDP ew çareseriyê li ser jiyana bi hev re ya gelên li Tirkiyeyê dihûnin, lewma hewl didin xwerêveberiyê û rastiyên li kurdistanê ji rojavayê welêt re vebêjin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Di vê demê de AKP hewl dide hemû konsepta xwe li ser tepisandina daxwazên Kurdan bimeşîne. Vê yekê jî bi mirin, komkujî, îşkence û her şêwe pêkanînên li derveyî mirovahiyê dike. Desthilatdariya AKP'ê di vê demê de her roj sûcê li dijî mirovahiyê dike. Ev yek xwedî yek armancê ye: Şikandina vîna gelê Kurd û bi redkirina bawerî, nasname, ziman û çanda wan re Kurdan li nava zîhniyeta yekparêz rabigire. Li hemberî vê konsepta înkar û tinekirinê, vîna xwe bi zelalî nîşan da. Gelê Kurd dixwaze xwe bi xwe bi rê ve bibe. Kurd êdî naxwazin bêstatu li vê cîhanê bijî. Ji ber ku êdî nepêkan e gelekî ji mîlyonan mirovan, li ser rûyê erdê bêstatu bijî. Ev daxwaz hem ji aliyê mercên dîrokî ve hem jî ji aliyê mafên bingehîn ve mafdariya gelê Kurd radixe pêş çavan."
'LI DIJÎ ÎNKAR Û TINEKIRINA TOPYEKÛN, PÊWÎSTÎ BI BERXWEDANEKE TOPYEKÛN HEYE'
Beştaş bal kişand ser konsepta înkar û tinekirinê ya li hemberî gel tê meşandin û destnîşan kir ku tevî mirov ji hemû derfetên jiyanê bêpar tên hiştin jî li Sûr, Cizîr, Silopiya û Nisêbînê berxwedana gel didome. Beştaş diyar kir ku desteka ji bo vê berxwedana fedekar a gel, têrker nîne û got, "Li bajar û navçeyên cîranên van qadên berxwe danê, li tevahiya welêt desteka ji bo vê berxwedanê tê dayîn têrker nîne. Pêwîste destek bi çalakiyan re xurttir bibe. Li bajar û navçeyên em lê dijîn, di rewşeke ku mirov kîlometreyekê dûrî me di her kêliyê de tên kuştin, gelo em çawa dikarin li mala xwe bi asayî bijîn. Pêwîste em derkevin derve û dengê xwe bilind bikin. Em çiqasî dengê xwe bilind bikin û bibin yek, em ê hingî bi ser bikevin. Li hemberî înkar û tinekirina topyekûn em neçar in berxwedaneke topyekûn nîşan bidin. Berxwedêr ne tenê ji bo azadiya xwe li ber xwe didin. Ji bo azadiyeke topyekûn li ber xwe didin û têdikoşin. Ev berxwedan ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ye."
'ŞOPANDIN, TEMAŞEKIRIN Û LI BENDÊ MAYÎN, NE MAFÊ KESÎ YE'
Beştaş da xuyakirin ku weke HDP ew li hemberî vê konseptê bi rêya navenda krîzê têdikoşin û anî ziman ku, tevî têkoşîna li Kurdistan û Tirkiyeyê maseya krîzê bi serlêdanên li Tirkiye û li qada navneteweyî re hewl dide balê bikişîne ser rewşê.
Beştaş da zanîn ku gelê Kurd, hemû hêzên demokrasî û azadiyê û gelên bindest di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin û got, "Di vê demê de mafê kesî nîne ku bi tenê bişopîne, lê temaşe bike û li bendê bisekine. Em neçarin di vê têkoşîna azadiyê, di vê meşê de bi berpirsyariya xwe rabin."