Serhed di bin berfê de ma
Li bajarên Wan, Îdir, Agirî, Mûş û navçeyên girêdayî wan ji ber berfa bê navber dibare jiyan rawestiya. Ji ber berfê bi sedan gund û gundikan re têkilî hat birîn û gelek riyên navendî yên bajaran jî hatin girtin.
Li bajarên Wan, Îdir, Agirî, Mûş û navçeyên girêdayî wan ji ber berfa bê navber dibare jiyan rawestiya. Ji ber berfê bi sedan gund û gundikan re têkilî hat birîn û gelek riyên navendî yên bajaran jî hatin girtin.

Li Colemêrg û navçeyên wê berfa ku bi rojan e dibare jiyan hat asta rawestînê. Ji ber berfa zêde û bagerê riya 136 gund û 374 gundikan hat girtin. Di cihên bilind de bilindahiya berfê ji metreyekê derbastir bû, dikandaran ji bo berfa ber dikanên xwe paqij bikin dest bi kar kirin. Zarokên ku betlaneya dibistanê wek fersendek dîtin bi berfemêran re kêfa berfê derxistin.
Ligel vê yekê li herêma Oremar, bajarokên Bajêrgeh, Xirvate û rêya Şemzînan-Geverê jî ji ber berfê hat girtin. Li Gundê Navdiyan a 15 kîlometre dûrî girêdayî Geverê ye jî jina bi navê Kayser Aybar a ducanî bû piştî hewldanên saetekê gihiştin nexweşxaneyê.
LI AGIRİYÊ TÊKILÎ BI GUNDAN RE QUT BÛ
Li Agiriyê jî ji ber berfê bi gelek gund û gundikan re têkilî qut bû. Ji ber berfa ku nêzîkê 2 roj in bênavber dibare li gelek gundan pirsgirêka ceyranê derket holê. Li navçeyên Bazîd û Giyadînê jî welatî ji ber qeşaya erdê nikarin bi rê ve biçin. Ji ber bagerê jî hat ragihandin ku gelek wesayît li gelek rêyan asê mane. Her wiha berfa zêde rêyên navendî yên Bazîd-Agirî û Îdir-Bazîdê girt.
LI GİMGIMÊ JIYAN RAWESTIYA
Li navçeya Gimgimê ya Mûşê jî ji ber bandora berfê jiyan rawestiya û rêya 93 gund û gundikan hat girtin. Li navenda ku bilindahiya berfê gihişt metreyekê, li hin cihan jî bager bandora xwe nîşan dide.
Ji bo kolan û rêyên girtîne vebin jî komên girêdayî Şaredariya Gimgimê xebatên xwe didomînin. Her wiha komên girêdayî Riyên Bejahiyê jî riyên gundan vedikin.
LI WANÊ SEFERÊN BALAFIRAN SEKINÎ
Li naven û navçeyên Wanê berfa ku ji duh êvarê ve bandora xwe zêdetir kir, li hin cihan veguherî bagerê. Berfê riya 280 gundên girêdayî navendê girt û li hin cihan bilindahiya berfê ji metreyekê derbastir kir. Komên girêdayî Şaredariya Mezin a Wanê ji bo rê vebin xebatên xwe bênavber didomîne. Her wiha ji ber berfê gelek seferên balafiran jî bettal bû û balafira Stenbol-Wan û Enqere-Wanê ji ber berfê li Balafirgeha Elezîzê daket xwarê.
Li Erziromê jî riya 223 taxên girêdayî navend û navçeyan hat girtin.