DMME îzahata lezgînî ji Tirkan dixwaze

DMME têkildarî komkujiyan de bi lezgînî îzahat ji Tirkiyeyê xwest

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê serlêdana parêzerên welatiyên di qedexeya derketina kolanan de mexdûr bûn a "daxwaza tedbîrê" qebûl kir û ji Tirkiyeyê bi lezgînî îzahat xwest. DMME'yê heta 8'ê Çileyê ji Tirkiyeyê di mijarên "aliyê hiqûqî yê qedexeyê, mafê jiyanê tê parastin an na, mafên tendurîstî û xwarinê tên astengkirin an na" parastin xwest.

Piştî Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdanên têkildarî qedexeyên derketina kolanan red kirin û qedexe "rewa dîtin", parêzerên mexdûran bi "daxwaza tedbîrê" serî li DMME'yê dan û DMME'yê serlêdan qebûl kir. Parêzer Ozgur Erol û Oya Aydin li ser navê malbatên li herêmên qedexeya derketina kolanan lê didome mexdûr bûn serlêdan kirin û dadgehê serlêdan qebûl kirin û ji hikûmeta AKP'ê îzahata qedexeyan xwest.

Dadgeha serlêdana qebûl kir ji hikûmetê heta 8'ê Çileyê bersiva pirsên; "Zemîna zagonî ya qedexeya derketina kolanan çî ye?, “Hewcehiyên jiyanî yên weke xwarin, av, elektrîk û hwd. pêk tên an na?” “Yên bi lezgînî malên xwe diterikînin, hewcehiyên wan ên xwarin û derman pêk tên an na û xeteriya wan a jiyanî çî ye?” “Hejmara kesên di qedexeya derketina kolanan de jiyana xwe ji dest dan çiqas e û ji bo kesên li herêmê serlêdanan dikin ji bo jiyana wan bê parastin tedbîr hene û an jî tedbîr tên girtin?" bi lezgînî bide xwest.

Prz. Ozgur Erol diyar kir ku biryara DMME'yê gelek girîng e û wiha got: "Me gelek caran ji bo tedbîr bên girtin serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da. Lê AYM'ê qedexeyên derketina kolanan nîqaş jî nekir. Me jî serî li DMME'yê da." Erol anî ziman ku di vê mijarê de gelek biryarên DMME'yê tunene, lê ji ber ku di mafê jiyanê de xeterî dît biryareke wiha da û wiha got: "Dadgehê berê têkildarî biryara darvekirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan biryara tedbîrê dabû. Biryara DMME'yê gelek girîng e. Ji ber ku AYM'ê ev yekê li ber çavan jî negirt. Wê li gorî bersivên hikûmet bide pêwîstiya biryara tedbîrê li ber çavan bê girtin."