BI DÎMEN

Perspektîfa Tirk, Sûnî, Îslam têk çûye

Arslan got, "Otorîteya siyasî ya ji navenda Enqereyê, ku bi salan hewl da bi nêzîkatiyên asîmîlasyon, mîlîtarîst û zayendîparêz re kontrolê li ser vî gelî bike, di roja îro de bi nivîsên xwe yên li ser textan re vê yekê bilêv dike."

Hevserokê Şaxê Yekemîn ê Amedê yê Egîtîm-Senê Yildirim Arslan nerazîbûn nîşanî hêzên dewletê da ku li ser textên dibistanên li cihên qedexeya derketina derve lê hatine ragihandin, nivîsên ji bo şerê psîkolojîk û fîzîkî tên nivîsandin û got, "Otorîteya siyasî ya ji navenda Enqereyê, ku bi salan hewl da bi nêzîkatiyên asîmîlasyon, mîlîtarîst û zayendîparêz re kontrolê li ser vî gelî bike, di roja îro de bi nivîsên xwe yên li ser textan re vê yekê bilêv û aşkere dike."

Li herêmên xwerêveberî lê hatin ragihandin, li dibistanên ku piştî hatin valakirin bûn baregeh ji tîmên taybet ên Tirk (JOH û POH) re, van leşker û polîsên Tirk li ser textên dibistanan nivîsên gefxwarinê yên wekî 'Dersa me serîtewandin e', 'Ya îstiqlal ya mirin', 'Ya Afyonî ji bo dayîna dersê hatiye' nivîsandin û bi çekên xwe yên giran wêne kişandin. Tevî ku ev yek rastî nerazîbûna gelek beşên civakê tê jî, dîmenên bi vî rengî hînê bi rêya medya civakî tên weşandin.

Hevserokê Şaxê Yekemîn ê Amedê yê Egîtîm-Senê Yildirim Arslan da xuyakirin ku li Cizîr, Silopiya, Nisêbîn, Gimgim, Gever û Farqînê bi qedexeya derketina derve re pêvajoyeke nû destpê kiriye û destnîşan kir ku ev qedexe, ji şerê çil salan ên li Kurdistanê ne cuda ye.

'HUKMÊ POLÎTÎKAYA ÎNKAR Û TINEKIRINÊ YA DEWLETÊ NEMAYE'

Yildirim da xuyakirin, ku di nava qewimînên heyî de divê pirsgirêkên perwerdeyê yên ciwan û zarokan werin tespîtkirin û got, "Dewletê bi salan bi polîtîkayên xwe yên asîmîlasyonê re ku di qada perwerdeyê de dimeşand, hewl dida Kurdan bikişînin nuqteyekê. Dewletê îro fêm kiriye ku bi van polîtîkayan re nikare li Kurdistanê encamekê bi dest bixe. Bûyerên ku diqewimin nîşan didin ku perspektîfa Tirk, Sûnî, Îslam a bi destê dewletê hewl tê dayîn bê afirandin, têk çûye. Di rewşeke ku mafê jiyanê bi hêsanî tê binpêkirin û di şexsê Cemîl û dayika Tayebt de mirovahî bi erdê re hatiye kaşkirin de, hukmê polîtîkaya înkar û tinekirinê ya dewletê nemaye."

Yildirim bibîr xist, ku mafê perwerde û hîndekariyê bi destûra bingehîn hatiye ewlekirin û anî ziman ku bi dewletê bi vekişandina mamosteyên xwe yên li dibistanên Kurdistanê re destûra xwe ya bingehîn binpê kiriye.

DEWLET BI NIVÎSÊN XWE YÊN LI SER TEXTÊN DIBISTANÊ RE RÛYÊ XWE AŞKERE DIKE

Yildirim nerazîbûn nîşan da ku dibistan bi destê dewletê hatine valakirin û ji bo leşkeriyê bûne baregeh. Yildirim got, "Li textên li polan nivîsên faşîst û mîlîtarîst tên nivîsandin. Ev nivîs, nîşaneya şerê psîkolojîk û taybet e. Otorîteya siyasî ya ji navenda Enqereyê, ku bi salan hewl da bi nêzîkatiyên asîmîlasyon, mîlîtarîst û zayendîparêz re kontrolê li ser vî gelî bike, di roja îro de bi nivîsên xwe yên li ser textan re vê yekê bilêv dike."

Yildirim da xuyakirin ku ev nivîs daxwaza Tirk Sûnî, Îslamê radixe pêş çavan û got, "Wextekê gotinek hebû ku dewletê gelekî bi kar dianî. Digotin, 'Têkoşîna Kurdistana xeylaî li binê Çiyayê Agirî veşartî ye'. Li hemberî vê yekê em jî vê dibêjin; Li textên van dibistanan daxwaza Tirk, Sûnî, Îslamê û polîtîkaya asîmîlasyonê hatiye definkirin."

'HETA VÊ SÎSTEMÊ PARÇE BIKIN, EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN'

Yildirim ragihand ku li hemberî polîtîkayên asîmîlasyonê yêna dewletê, ciwanên Kurd daxwazên xwe bi awayekî vekirî nîşan didin û got, "Ciwanên me ev bang li dewletê kirine; Em vê sîstema asîmîlasyonê qebûl nakin û heta vê sîstemê parçe bikin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.

Bila her kes bi aqilane tevbigerin. Eger dewlet dixwaze bi ciwan, zarok û me re li hev bike, divê vî zimanê xwe biterikîne. Pêşeroj a gelên Rojhilata Navîn e. Divê sîstema rêveberiyê ya Tirk vê bibîne, Enqere vê bibîne û xwe li gorî vê rastiyê bi rêxistin bike."