Însiyatîfa Gelê Botanê: Li Silopiya û Cizîrê amadekariyên qetlaîmê tên kirin

Însiyatîfa Gelê Demokratîk ê Botanê destnîşan kir ku Cizîr, sembol û hêviya berxwedana mirovahiyê ya bi hewldanên pelçiqandinê re rû bir û ye.

Însiyatîfa Gelê Demokratîk ê Botanê destnîşan kir ku Cizîr, sembol û hêviya berxwedana mirovahiyê ya bi hewldanên pelçiqandinê re rû bir û ye. Diyar kir ku ji niha û şûn de her kêlî ji Cizîr, Silopiya û Sûrê dibe ku agahiyên qetlîamên mezin bên.

Însiyatîfa Gelê Demokratîk ê Botanê daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku bi berxwedana destanî ya zarokên egîd ên gelê Kurdistanê ve dîrok îro careke din ji nû ve tê nivîsandin. Însiyatîfa Gelê Demokratîk ê Botanê destnîşan kir ku Tevgera Azadiya Kurdistan a ku li hember jiyana bi hezaran salan a koletiyê canê xwe kir mertal û got raweste û rastiya gelekî leheng afirand, li dijî dewleta Tirk a faşîst û dîktatortiya Erdogan îro jî di pêşengiya ciwanên Kurdistan bi fedaiyane li ber xwe dide, wiha pê de çû: “Berxwedana xwerêveberiyê ya li Cizîrê bû sembol tevahî qad dorpêç kir û bû rastiya mîladî ya vegerîna cewhera Kurd.”

‘LI CIZÎR, SILOPIYA Û SÛRÊ HER KÊLÎ DIBE KU QETLÎAM PÊK WERIN’

Însiyatîfa Gelê Demokratîk ê Botanê bi bîr xist ku dewleta AKP’ê ya wehşî ya ku vê serketina destanî ya gelê Kurd a herî nêzî azadiyê ye nikare hezm bike, ji bo parçeyekî biçûk hêviya têkîldarî navê Kurdiniyê tiştekî nehêle tevahî teknîkan bikar tîne, li ser Kurdan qetlîaman pêk tîne, wiha pê de çû: “Dewleta TC ya faşîst bi qetlîamên Botan, Zîlan, Dêrsimê ve Kurd ji qirkirinê derbas kiriye, îro jî bi taybet li Cizîr, Silopiyayê bi koçberkirina gel ve plana şark islahatê xistiye meriyetê. Lewre gelê Kurd bi qirkirinek nû re rû bi rû ye.

‘DIVÊ GELÊ ME MALÊN XWE NETERIKÎNE, GELÊ ME YÊ LI METROPOLÊ VEGERE WELATÊ XWE’

Divê gelê me yê li Cizîr û Silopiya baweriya xwe bi şerê psîkolojîk û taybet ê mêtingeriya Tirk nîne; axa xwe, mala xwe neterikînin. Gelê me yê li metropolên Tirkiyeyê divê vegerin welatê xwe, vegere Kurdistanê, biherike qadên xwerêveberiyê. 

‘JI NIHA Û ŞÛN DE LEŞKERIYA ARTÊŞA TIRK KIRIN ÎXANET E’

Leşkerî ji artêşa Tirk a faşîst kirin îxanet e û divê ti ciwanên Kurd li leşkeriyê nemînin, divê vê bê rûmetiyê qebûl nekin, firar bikin û li cem gelê xwe şer bikin.

Divê ciwanên Kurdistanê li Kurdistan û Tirkiyeyê li ser navê dewleta AKP’ê çi hebe bişewitînin, hilweşînin, veguherînin dojehê. Pêwîst e mafê jiyanê nedin tiştekî wê. Eger gel û ciwanên Kurdistanê wê îro nekeve tevgerê, wê kengî bikeve tevgerê?”

‘CIZÎR SEMBOL Û HÊVIYA BERXWEDANA MIROVAHIYÊ YE’

Însiyatîfa Gelê Demokratîk ê Botanê da xuyakirin ku Cizîr Kurdistan e, Rojhilata Navîn e, destnîşan kir ku Cizîr, sembol û hêviya berxwedana mirovahiyê ya bi hewldanên pelçiqandinê re rû bir û ye. Însiyatîfa Gelê Demokratîk ê Botanê ragihand ku li Cizîr, Silopiya û Sûrê ji niha û şûn de her kêlî dibe ku agahiyên qetlîamên werin, wiha domand: “Ji bo pêşîgirtina vê qetlîamê di serî de Botan divê tevahî gelê Kurdistanê û tevahî hêzên demokrasiyê bi planek çalakiyên lezgîn ve bikevin tevgerê û rabin serhildanê.

Em damezrandina YPS’ê ya ku rêxistina parastina gelê Bakûr silav dikin, di serî de ciwanên Kurd em bang li tevahî gelê xwe dikin ku xwe çekdar bikin û tevlî çeperên berxwedanê bibin. Em ji Botanê mêtingeriya Tirk hişyar dikin. Bila nebêjin qey wê hesabên qetlîamên Kurdistanê neyên pirsîn. Heta ferdekî gelê Kurdistanê bimîne wê li her derê bi tarzekî fedaî li ber xwe bide û jiyanê ji dewleta AKP’ê re bike jahr. Botana berxwedêr wê bibe Kurdistana berxwedêr. Wê mêtingeriya Tirk a faşîst têk biçe, têkoşîna me ya azadiyê wê teqez bi ser bikeve.”